Mikurhatinên Talîbanê careke din rûyê rast ê pergala wan da xuyakirin

Daxuyaniyên waliyê berê yê Bamyanê Abdullah Serhadî ku bi hilweşandina peykerên Bûda serbilind e û li jinan heqaretê dike, careke din rûyê rast ê Talîbanê da xuyakirin. Çalakvanên mafên jinan destnîşan kirin ku ev zihniyet nîşaneya nefret û nezaniyê ye.

BAHARAN LEHÎB

Efganistan – Pênc sal piştî vegera Talîbanê ya ser desthilatdariyê, gotinên waliyê berê yê Bamyanê Abdullah Serhadî, careke din beşek ji rabirdûya Talîbanê û nêrînên wan ên li ser dîrok û çanda Efganistanê kir rojeva giştî. Abdullah Serhadî di hevpeyvîneke bi BBC’yê re, behsa rola xwe ya di hilweşandina peykerên dîrokî yên Bûda li Bamyanê kir û tekez kir ku ew ji vê kiryarê ne poşman e.

Peykerên Bûda li Bamyanê ne tenê du peykerên kevirî yên mezin bûn; berhemên dîrokî û çandî yên Efganistanê û bîranîneke ji şaristaniyên berê yên welat bûn. Wêrankirina wan di sala 2001’ê de bû sedema bertekên mezin lê cîhanî û bû yek ji nêzikatiyên Talîbanê ya li hemberî mîrasa çandî ya Efganistanê raxist ber çavan.

Mikurhatina Abdullah Serhadî ya rola xwe ya şexsî wê demê di wêrankirina van abîdeyan de, di demek ku Talîbanê desthilatdariya xwe ji nû ve bi dest xistibû, dîsa di hikûmetê de xizmet kiribû, pêşî weke waliyê Bamyanê û piştre jî weke parêzgarê Jawzcanê erk kiribû de qewimî. Ev yek pirsên li ser asta guherîna perspektîf û polîtîkayên Talîbanê yên der barê rabirdûyê de û rewşa heyî ya mîrasa çandî li Efganistanê derdixe holê.

Jinan bertek nîşanî heqaretan dan

Gotinên wî ji vegotineke şexsî ya bûyerek dîrokî wêdetir diçin; ev îfade temsîla dîtbarî ku ka hin berpirsên Talîbanê çawa li paşeroj, çand û nirxên dîrokî yên Efganistanê dinêrin pêşkêş dikin. Ji ber vê, daxuyaniyên waliyê berê yê Bamyanê dikarin wek derfetek ku çarenûsa Bûdayên Bamyanê ji nû ve bê nirxandin û encamên wêrankirina mîrasa çandî li Efganistanê bên nirxandin bên dîtin.

Wî her wiha jinan wek ‘di aliyê zîhnî de qels’ bi nav kir û çûna jinan a dibistanan û qeydkirina wan a li dibistanên olî wekî faktorek ku dibe sedema kişandina wan a nav laşfiroşiyê nirxand. Daxuyaniyên Abdullah Serhadî ku bi taybet heqaretê li jinan dike, bûn sedema bertekên berfireh. Bi taybetî jinan nerazîbûnên xwe anîn ziman.

‘Gotinên walî nefret û nezanîna vê komê nîşan dide’

Derûnînas û aktivîsta mafên jinan Yalda Ehmed, daxuyaniyên Adullah Serhadî bi zimanek tund red kir û got: “Di demên dawî de, BBC’yê belgefîlmek li ser Îmarata Talîbanê weşand. Di vê belgefîlmê de, gelek fîgurên Talîbanê fikrên serdema navîn nîşan dan. Lê belê daxuyaniyên waliyê parêzgeha Jawzjanê Mewlewî Abdullah Serhadî, kûrahiya nefret û nezaniya vê komê nîşan dide.”

Yalda Ehmed bal kişand ser daxuyaniyên waliyê berê û wiha got: “Di axaftinên xwe de, bê şerm û bi serbilindî dibêje: ‘Jin ji hêla zîhnî ve seqet in. Divê destûr neyê dayîn ku ew biçin dibistanê û dema ew diçin, çavên wan bi hêstiran tijî dibin û tiştên ecêb dibêjin.”

Yelda Ehmed têgeha ‘çavên hêsirdar’ di nav gel de tê çi wateyê, radigihîne û dibêje: “Li Efganistanê, têgeha çavên hêsirdar tê wateya bêşermî, bê pîvanî û bêexlaqiya zayendî.”

‘Ev daxuyanî ne tiştên nû ne’

Yalda Ehmed wiha berdewam kir: “Bêguman, ev daxuyaniyên Talîbanê û Mewlewî ne tiştekî nû ne. Ji dema ku Talîban hatiye ser desthilatdariyê ve heta niha, wan yasa û fermanên xwe yên nezan, hovane û dijminê jinan nîşan dane. Ji dema ku ew hatine ser desthilatdariyê ve heta niha, wan deriyên dibistan û zanîngehan girtine, nahêlin jin biçin ofîs û kar, park û deverên bêhnvedanê ji wan re girtine, û qedexe kirine ku jin biçin serşokên por û her tiştê ku ji wan re rehetiyek peyda dike. Ew tenê dibêjin ku divê jin di nava çar dîwarên malên xwe de bên girtin û bêyî olî destûr neyê dayîn ku derkevin derve.”

‘Jinên Kurd bi wêrekî û qehremanî li dijî zilmê têkoşiyan’

Yelda Ehmed bal kişand ser têkoşîna jinan û çawaniya ku ew bi tundrewên cîhadîst, Talîban û DAIŞ’ê re rû bi rû dimînin û wiha got: “Dema em li dîrokê dinêrin, di deh salên dawî de em ne welatê xwe, welatên cuda fêm dikin. An jî em her dem jinên ji welatên cuda dibînin ku ji aliyê hêz an komên hov û dijminên jinan ve rastî tundiyê tên. Berevajî vê ger em jinên Kurdistanê bi bîr bînin, hêzên DAIŞ’ê her dem tundî li jinên Kurdistanê kirine. Wan gelek zilm li wan kirine. Lê yên destpêkê ku bi wêrekî û qehremaniya xwe li ber xwe dan, jinên Kurdistanê bûn. Em bîranîn, çîrok, wêrekî û qehremaniya jinên Kobanê bi bîr tînin.”

Yalda Ehmed wiha domand: “Ji endamên rêxistina terorîsta ya DAIŞ’ re hat gotin: “Cenazeyên kesên ku ji aliyê jinan ve tên kuştin li ser wan nayên xwendin.  Lê belê van jinên qehreman li Kobanê û herêmên cuda yên Kurdistanê DAIŞ’ê têk birin.”

‘Jinan li dijî hêzên nezan û dijminê jinan şer kirin’

Yalda Ehmed têkildarî têkoşîna jinên li çar aliyên cîhanê jî wiha got: “Ger em li dîroka welatên Emerîkaya Latîn, Filistînê, an welatên din binêrin, em dibînin ku jinên qehreman ên van welatan bi wêrekî û berxwedanek mezin li dijî hêzên nezan û dijminê jinan, li dijî olperest û bê olan rabûn ser piyan û şer kirin.”

Yalda Ehmed di axaftina xwe de behsa têkoşîna jinên Îranê kir û got: “Em berxwedan û têkoşîna jinên Îranî yên hişyar û şervan ku bi dehan salan li dijî rejîma Îslamî ya herî nezan, herî hov û herî xwînxwar a cîhanê, girtin û darvekirinan bi xwîna xwe boyax kirine, li ber xwe dane û şer kirine ji bîr nakin.”

‘Jinên welatê me li dijî Talîbanê têdikoşin’

Yalda Ehmed wiha behsa têkoşîna jinên Efgan kir: “Em jî heman tiştî dibînin. Jinên welatê me bi van yasa, biryarname û daxuyaniyên Talîbanê li ber xwe dan. Berovajî vê yekê fêm kirin ku dermanê hemû êşan têkoşîn e. Ji ber vê bi qehremanî û lehengî li dijî Talîbanê rawestiyan, bi her awayî li ber xwe dan, şermezar kirin û dengê xwe bilind kirin, daketin qadan, heta bi îşkenceyên nemirovane û hovane yên Talîbanê re rû bi rû man. Ev melayê Talîbanê dibêje: ‘Ez yek ji wan kesan bûm ku peykerên Bûda hilweşand.’ Bi bêşermiyeke mezin, heman nefreta ji jinan û li dijî nezaniya Talîbanê nîşan dide.”

Yelda Ehmed di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Lê em bawer dikin ku rojek dê bê jinên li çar aliyên cîhanê bibin yek, li hev kom bibin û li dijî hemû kes, kom û mirovên ku jinan dikujin, bisekinin. Wê demê hêza bêdawî ya mirovan, bi taybetî ya jinan dê bi ser bikeve û wan hilweşîne. Em hêvî dikin ku rojek wisa dê bê!”