Newaya Jin bi sernavê ‘Azadî dê di riya ku wan li dû xwe hiştiye de bijî’ derket
Kovara Newaya Jinê di hejmara xwe ya Îlonê de bi sernaveke bi bandor derket pêşberî xwendevanên xwe. Kovara ku di vê hejmara xwe de cihekî berfireh dide têkoşîna azadiya jinan, pêvajoya aştî, civaka demokratîk, jineolojî, ekolojî û polîtîkayên şerê taybet
Navenda Nûçeyan – Hejmara meha Îlonê ya Newaya Jinê bi berga ‘Azadî dê di riya ku wan li dû xwe hiştiye de bijî’ derket pêşberî xwendevanên xwe. Rojnameyê di rûpela xwe ya sereke de cih da şîn û bîranînên ku ji ber şert û mercên şer berê nehatibûn lidarxistin di van çend rojên dawî de hatin lidarxistin.
Di hejmara Îlonê de nivîs û hevpeyvînên cûrbecûr ên der barê têkoşîna azadiya jinan, Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, Rojava, jineolojî, ekolojî, çand û polîtîkayên şerê taybet.
Zagona çarçove û Rojava
Raperîn Munzur di nivîsa xwe ya bi sernavê ‘Zagona çarçoveyê yan zagona Kokê?’ de nîqaşên li ser zagona çarçoveyê li parlamentoyê ya li ser pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ dinirxîne. Raperîn Munzur balê dikşîne ser pêwîstiya sazûmaniyên nû yên zagonî ji bo pêşvebirina pêvajoyê û girîngiya azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û beşdarbûna wî ya pêvajoyê wekî sermuzakerevan.
Rojbîn Denîz, di nivîsa xwe ya bi sernavê ‘Di Hevkêşeya Rojava de Entegrasyon’ pêşketinên li Rojava digre dest. Di nivîsa ku balê dikşîne ser serdema nû ya têkoşîna jinan, di çarçoveya pêşketinên li Rojhilata Navîn de behsa parastin û avabûna nû ya civakê dike.
Civaka demokratîk û ferdê azad
Di rûpela forumê ya rojnameyê de, dahûrandinên bijartî ji nivîsa Abdullah Ocalan a 24’ê Îlona 1993’an, bi sernavê ‘Ne bi erzanî hez bike û ne jî bi erzanî bê hezkirin’ cih digre. Di analîzan de mijarên naskirin, veguherîn û azadiya mirovan digre dest.
Gulê Şehmuz di nivîsa xwe ya bi sernavê ‘Wekî şêweya jiyana dîrokî Komîn’ de nîqaşê li ser koka dîrokî ya fikrê komîn û beramberiya roja me ya îro dike. Di nivîsê de pêşveçûna dîrokî ya têgihîştina komînal bi riya şêweyên rêxistinkirina jiyana civakî digre dest.
Di hevpeyvîna ku rojnamevan Nezahat Dogan bi endama Koordînasyona PAJK’ê Evîndar Ararat re kiriye, pêşketinên li Rojhilata Navîn, civaka demokratîk û ferdê azad tên nîqaşkirin. Evîndar Ararat balê dikşîne ser ezmûnên Şengal û Rojava û li ser têkiliya di navbera ferdê azad û civakîbûnê de nirxandinan dike.
Pelşîn Tolhildan di nivîsa xwe ya bi sernavê ‘Hêza çareseriyê, pêşxistina siyaseta azadiyê ye’ de di têkoşîna jinan a ji bo azadiyê de, girîngiya siyaset û rêxistinbûnê digre dest. Pelşîn Tolhildan balê dikşîne ser nêzîkatiyên ku jinan ji qada siyasî derdixin û tekez dike ku girîng e jin li dijî pirsgirêkên aborî, civakî, tenduristî û perwerdeyê yên di nav civakên xwe de bi hev re polîtîkayan bi pêş bixin.
Polîtîkayên şerê taybet
Di hevpeyvîna bi sernavê ‘Têkoşîna li dijî ‘Şerê Taybet’ Platforma Şiyar Be!’ de xebatên li dijî rêbazên şerê taybet hatine vegotin.
Parêzer Gulşen Demîr, têkoşîna li hemberî madeyên hişbir, fihûş û rêbazên din ên şerê taybet nirxand û girîngiya zanebûn û rêxistinkirina jinan anî ziman.
Têkoşîna li dijî qirkirina li ser jinan
Suna Tunç di nivîsa xwe ya bi sernavê ‘Başûrê Kurdistan: Ger ez ji te veqetim, ma divê ez bimrim?’ de tundiya li ser jinan nirxand. Suna Tunç, diyar kir ku têkiliyên kontrolker jiyana jinan bi sînor dikin û balê diklîne ser girîngiya biryardayîna jinan a li ser jiyana xwe.
Çand nasname û civaka demokratîk
Azê Botan jî di nivîsa xwe de têkiliya di navbera çand, nasname û civaka demokratîk de girtiye dest û diyar dike ku xurtkirina rêxistinbûna civakî wê ji bo hilberîna çandî û hunerî derfetên nû biafirîne.
Têkoşîna dayîkek li dijî bazirganiya mirovan
Fîdan Yildirim di nivîsa bi sernavê ‘Jiyana ku di riya têkoşîna li dijî qaçaxkariya mirovan de hat fedakirin: Susana Trimarco’ de têkoşîna Susana Trimarco ya ji Arjantînê vedibêje. Fîdan Yildirim, destnîşan kiriye ku Trimarco di dema lêgerîna keça xwe ya winda de bal kişandiye ser pirsgirêkên bazirganiya mirovan û destdirêjiya zayendî.
‘Daristan a kê ye?’
Menekşe Kizildere di nivîsa xwe ya bi sernavê ‘Daristan a kê ye?’ de guherîna avhewayê û şewata daristanan kir rojev. Menekşe Kizildere, diyar kiriye ku hişkesalî û germbûn xetera şewatê zêde dike û rol û têkoşîna jin û ciwanan a di parastina xwezayê de bi bîr xist.
Ezmûna jineolojiyê
Di rûpela jineolojiyê ya rojnameyê de ezmûna jineolojiyê li Ewropayê ku zêdetirî 10 salan e berdewam dike, cih dogre. Berfîn Guneş di nivîsa xwe ya bi sernavê ‘Şopên lêgerîna ku ji rastiya jinan ber bi civakîbûnê ve diçe’ de xebatên jineolojiyê yên li Ewropayê nirxandin. Berfîn Guneş, girîngiya lêkolînkirina dîrok û têkiliyên civakî ji aliyê jinan ve rave kir û destnîşan kir ku divê mijarên wekî beden, malbat, evîn, ked, xweza, koçberî û nasname bi hev ve girêdayî bên destgirtin.
Hûn dikarin li ser navnîşana newayajin.net xwe bigihîjînin temamiya hejmara meha Îlonê ya rojnameya Newaya Jinê.