Kesên di teqîna Silêmaniyê de jiyana xwe ji dest dan spartin axê

Kesên di teqîna gaza xwezayî ya li taxa Kaziwa ya bajarê Silêmaniyê de jiyana xwe ji dest dan spartin axê. Meclîsa Kongra Star, sersaxî ji malbatan re xwest û xwest ji bo parastina zarok û jinan tedbîr bên girtin.

Silêmanî –Di 17ê Mijdarê de li navçeya Kaziwe ya Silêmaniyê teqînek rû da. Di encama teqîna gaza xwezayî ya li maleke taxê de 3 xanî hilweşiyan. Gelek welatî di bin xaniyên hilweşiyayî de man. Hat ragihandin ku piştî xebatên lêgerîn û rizgarkirinê yên bi qasî rojekê dewam kir 15 welatiyan jiyana xwe ji dest dan û 13 jê jî birîndar bûn.

Ji 15 welatiyên ku di teqînê de jiyana xwe ji dest dabûn, 14 kesan merasîma cenaze hate lidarxistin û ber bi rêwîtiya dawî ve hatin oxirkirin. Cenazeyên 14 kesan li Goristana Kalakan hat definkirin, cenazeyê welatiyekî ber bi Rojhilatê Kurdistanê ve hat oxirkirin. Di merasîma cenazeyê ya ji bo 14 kesan hate lidarxistin de, ji bilî bi hezaran welatî, kesayetên navdar, xizmên mexdûran û navên pêkhateyên cuda yên civaka Kurdistanê tên naskirin, tevli bûn.

Ji Kongra Star peyam sersaxiyê

Meclîsa Kongra Star, ji malbatên kesên di teqîna Silêmaniyê de jiyana xwe ji dest dabûn re sersaxî xwest û banga ji bo parastina zarok û jinan tedbîr bên girtin kir. Peyama Meclîsa Kongre Star ya der barê teqînê weşand, wiha ye:

Ev bûyera xemgin ku hat serê gelê me ya Başûrê Kurdistanê, hat serê hemûyan. Ji malbatên kesên jiyana xwe ji dest dabûn re sersaxî, ji birîndaran re jî şifayên xerê dixwazin. Em hêvî dikin ku hemû kes ji bûyer û karesetên wiha dur biseknîn. Em bang dikin ku rayedar û xizmetên kamûyê der barê parastina jin û zarokan tedbîran bigrîn û hemû malbatan jî tedbirên ewlehiyê bigrin û pergalên gazê birast karbînin.”