Akademiya Jineolojî ji bo 25’ê Mijdarê semîner da mêran

Akademiya Jineolojî bi hevkariya Rêxistina Jinên Azad a Kurdistanê (RJAK) bi sernava “Zilam, Şîdet û Teoriya Kuştina Zilamtiyê” semînerek da mêran.

Silêmanî – Bi boneya nêzbûna 25’ê Mijdarê ya Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Ser Jinê sazî û rêxistinên jinan dest bi çalakiyên xwe kirin. Li Silêmanî Akademiya Jineolojî bi hevkariya Rêxistina Jinên Azad a Kurdistanê (RJAK) bi sernava “Zilam, Şîdet û Teoriya Kuştina Zilamtiyê” semîner da mêran.

Di semînerê de endama Akademiya Jineolojî Necîbe Qeredaxî û mamosta Nebez Semed axivîn.

‘Divê mêrsalarî, mêr, mêrbûn ji hev were cûdakirin ‘

Endama Akademiya Jineolojî Necîbe Qeredaxî ya semîner da mêran der barê dîroka mêrsalarî û desthilatdariyê de axivî û got; “Di tevgera femînîst de, berdewam têkoşîn li dijî zihniyeta mêrsalarî rêve dibin. Encama wê derketiye ku mêrsalarî dema ku derdikeve derve û dubare tê malve, divê mêrsalarî, mêr û mêrbûn ji hev were cûdakirin. Kuştina jinan bi xwe qeyrana mêrtiyê ye, di nava jin û mêr de tundîtûjî nîne. Lê belê hinek sedem wisa kirine ku zîhniyeta mêrsalarî zordest bibe. Ev jî wisa kiriye ku mêr, aqlê mêrsalarî û forma aqlê dewletê bi cih bike.”

‘Peyva mêr hevwateya peyva çek e’

Piştre mamostayê koleja hunerê Nebez Semed axivî û got: “Di civaka Kurd de peyva mêr hevwateya peyva çekê ye. Ji ber gelek caran dibêjin mêrtiyê li gel me bikin, wateya wê ew e ku çeka me li gel e, ev jî wisan kiriye ku mêrsalarî li ser hemû aliyan zordest be.”

Semîner bi nîqaşan dom kir û bidawî bû.