Kesên di Nobeta Edaletê de hatibûn binçavkirin hatin berdan

8 kesên ku duh di Nobeta Edaletê de bi derp kirine hatin binçavkirin, hatin berdan. Parlamentera HDP'ê Zuleyha Gulum a bertek nîşanî binçavkirinan da, wiha got, “Dev ji siyaseta dijminatî berdin.”

Navenda Nûçeyan- Çalakiya Nobeta Edaletê ku xizmên girtiyan ji bo girtiyên nexweş û girtiyên înfazên wan hatine şewitandin dane destpêkirin, duh di hefteya 25’emîn de li pêş Îskeleya Kadikoyê hate lidarxistin. Beriya daxuyaniyê qada ku dê çalakî lê bihata kirin ji aliyê polîsan ve hat dorpêçkirin, xizmên girtiyan tevî astengiyê jî heta pêşiya Îskeleyê meşiyan. Xizmên girtiyan ên li vir derdora wan hat dorpeç kirin, bertek nîşanî polîsan dan. 8 kesên xizmên girtiyan ên ku  Fînce Akman, Cemîle Çîftçî û Cemîle Karakaş jî di nav de, bi dirûşmên "Zindan Bijî berxedana" bertek nîşan dan hatin derbkirin û binçavkirin.

“Dev ji siyaseta dijminatî berdin”

Parlamentera HDP'ê ya Stenbolê Zuleyha Gulum jî dest nîşan kir ku zîhniyeta ku dayikan binçav dike li girtîgehê “qetlîam” pektîne. Zuleyha Gulum bal kişand ser rewşa Emel Hacioglu ya ku rojê borî tevî nexweşa astimeyê dereng birin nexweşxaneyê û got, “Bi hezaran girtiyên nexweş nayên berdan. Dayik ji ber ku li dijî vê yekê dengê xwe bilind dikin tên binçavkirin. Divê em hemû bi hevra ji vê bêhiqûqiyê re bibebjin raweste. Girtîgeh me hemûyan eleqedar dike. Îsal 49 girtiyan jiyana xwe ji dest dan. Em ê li dijî van her hefte bi dayikan re bin. Bila girtiyên nexweş serbest bên berdan. Dev ji siyaseta dijminatî berdin."

Kesên hatin binçavkirin hatin berdan

Dayika Yakûp Akman ê li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 3’yan a Sîlîvriyê tê ragirtin Fînce Akman, xwişka girtiyê nexweşê giran Selîm Çîftçî yê li Girtîgeha Tîpa L a Umraniyeyê tê ragirtin Cemîle Çîftçî, Dayika Xemgîn Karakaş ê li qawişa yek kesî de li Girtîgeha Tîpa T a Afyonê tê ragirtin, Cemîle Karakaş û endamên Meclîsa Ciwanan a HDP’ê jî di nav de 8 kes hatibûn binçavkirin. Piştî kirariyên li Miduriyeta Polîsan a Stenbolê her 8 kes hatin berdan.