KDP’ê nexweşa giran Azîme Arsu girt

Siyasetmedara jin a Kurd Azîme Arsu dema ji ber nexweşiya xwe xwest biçe Ewropayê li balafirgeha Hewlêrê ji aliyê hêzên KDP'ê ve hate girtin.

Navenda Nûçeyan – Siyasetmedara jin Azîme Arsu ku bi salan e ji bo gelê Kurd têdikoşe, di 2’ê Gulanê de li balafirgeha Hewlêrê hat girtin.

Hate hînbûn ku Azîme Arsû ya ji Şirnexê dema ji bo dermankirina nexweşiya xwe ya giran diçû derveyê welat ji aliyê hêzên KDP'ê ve hat girtin, hat diyarkirin ku xizmên wî agahî jê nagirin.