Jinên Kobanê bertek nîşanî operasyonên qirkirina siyasî dan

Jinên Kobanê bertek nîşanî operasyonên qirkirina siyasî yên beriya hilbijartinên 14'ê Gulanê ya li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê dan û gotin, "Vîna gel ji desthilatdariyê bilindtir e û wê li dijî neheqiyê her tim bi ser bikeve."

NORSAN EBDI

Kobanê – Bertekên li hemberî operasyonên qirkirina siyasî yên hikûmeta AKP-MHP’ê ya li dijî gelek pêkhateyan, ji rojnamegeran heta parêzeran, ji parêzvanên mafên mirovan heta siyasetmedaran, beriya hilbijartinên Serokkomariyê û Parlamenteriyê yên 14’ê Gulanê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bên lidarxistin, dewam dikin. Jinên li Kobanê, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê operasyonên qirkirina siyasî şermezar kirin.

'Girtin bi dîroka hilbijartinê re hatin kirin'

Lîstikvana şanoyê Leyla Ehmed got, "Operasyon li ser beşên dînamîk ên civakê yên wekî rojnamevan, parêzer, hunermend û siyasetmedar, komên ku dikarin bandorê li civakê bi taybetî û qonaxa hilbijartinê bi giştî bikin, têne kirin." Leyla Ehmed bal kişand ser wê yekê ku ev girtin bi nêzbûna roja hilbijartinan re hatiye kirin û got, “Em dizanin ku desthilat zextan li dijî hunermendan dike. Ji ber ku hunermend dikarin bi hunerê êş û trajediya gel bigihînin hemû cîhanê. Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan ji bo serketina hilbijartinan rasterast gef li hebûna Kurdan dixwe.”

'Divê planên AKP'ê bên xirakirin'

Leyla Ehmed diyar kir ku AKP ji bo polîtîka û desthilatdariya xwe li ser gel ferz bike, dixwaze dengê siyasetmedar û beşên bibandor ên civakê qut bike û got, "Divê planên AKP'ê bên xerakirin. Divê gelên her çar parçeyên Kurdistanê li hemberî van binpêkirinan bibin yek, hemû cîhan li hemberî polîtîkayên AKP'ê bertek nîşan bide. Li aliyê din jî divê bang bê kirin ku ji bo berdana girtiyên li girtîgehên Tirkiyê."

'Vîna gel ji hikûmetê mezintir e'

Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) a navçeya Şeran a girêdayî Herêma Firatê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Fatima Osman destnîşan kir ku dema daxwaza azadiya gelên Tirkiyeyê hatiye. Fatima Osman ku bang li gel kir ku li dijî van binpêkirinan dengê xwe bilind bikin û wiha got:

“Hikûmeta AKP’ê li dijî kesên ku li cem gel in û gel diparêzin operasyonan dide destpêkirin. Erdogan di wê baweriyê de ye ku ew ê li wir jî bi heman zihniyeta kapîtalîst û otorîter a ku vîna civak û gel tine dike, desthilatdariya gel bidomîne. Lê îro rastî berovajî ye. Ji ber em dibînin ku berxwedan û vîna gel ji feraseta wê ya otorîter xurtir e. Rejîmek ber bi dawiya xwe ve diçe. Partî û polîtîka çi dibe bila bibe, li her derê îradeya gel li ser desthilatdariyê bi ser dikeve û her tim li dijî neheqiyê bi ser dikeve.”