KCDP: Di meha Îlonê de 26 jin hatin qetilkirin

KCDP’ê di rapora xwe ya Îlona 2022’an de diyar kir ku di meha Îlonê de 26 jin hatine qetilkirin û 19 jinan jî bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dane.

Navenda Nûçeyan – Platforma Em ê Cînayetên Jinan Rawestînin (KCDP) ku her meh der barê qetlîamên jinan de rapor amade dike, rapora xwe ya Îlona 2022’an jî bi raya giştî re parve kir. Li gorî raporê, di meha Îlonê de 26 jin hatine qetilkirin, 19 jin bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dane. Di rapora ku hat destnîşankirin li Tirkiyeyê têkoşîna rawestandina qetlîamên jinan 12 sal in berdewam dikin û wiha hat gotin: "Em weke platform ji sala 2010'an û vir ve me pêwîstî dît ku daneyên qetilkirina jinan bi raya giştî re parve dikin.”

“Wezareta Navxweyî rastiyan berovajî dike”

Di berdewamiya raporê de ev tişt hatin gotin: “Wezareta Karên Hundir jî li şûna ku diyar bike ka çend jin, çima, çawa û ji aliyê kê ve hatine qetilkirin, bi gotina ku daneyên qetilkirina jinan xelet hatine amadekirin, rastiyan berovajî dike. Erka dewletê ye ku bi eşkerekirina rastiya cînayetên jinan û xwekuştinên jinan re, ji bo rawestandina cînayetan çareseriyên berbiçav pêk bîne. Em ji bo pêkanîna vê erkê, ketine tevgerê divê hemû wezaret û mekanîzmayên pêwendîdar têkoşîna xwe bidomînin.

Tundî bi astên cuda de berdewam dike”

Di vê mehê de 26 cînayetên jinan pêk hatin û 19 jinan jî bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dan. Nehat zanîn ku ji 26 jinên hatin qetilkirin 16 ji wan bi çi hincetê hatine qetilkirin, 10 ji wan jî bi hinceta ku dixwazin li ser jiyana xwe biryarê bidin weke daxwaza berdanê, redkirina lihevnekirinê, redkirina zewacê û redkirina têkiliyê hatin qetilkirin. Ne tesbîtkirina 10 jin bi kijan hincetê hatin qetilkirin, encama nedîtî hatina tundî û cînayetên jinan e. Heta ku neyê tesbîtkirin jin ji aliyê kê ve û çima hatine kuştin; heta darizandineke adilane neyê kirin û kesên bi guman, bersûc û kujer cezayên pêximker negirin, bergiriyên pêşî lêgirtinê negirin wê tundî bi astên cuda berdewam dike.”

Jin ji aliyê kê ve hatin kuştin?

Ji 26 jinên di meha Îlonê de hatin qetilkirin 16 ji van ji mêrên bi wan re zewicandîbûn, 2 hevserên berê zewicandî bû, 2 mêrên bi hev ra bûn, yek mêrê berê bi hev re bûn, 3 xizm, 1 kurê wê, 1 jî ji aliyê mêrê ku dayika wê pê re zewicîbû ve hat qetilkirin. Vê mehê ji sedî 62’ê jinan ji aliyê mêrên ku bi wan re zewicandî bûn ve hatin qetilkirin.

Jin herî zêde li malên xwe hatin qetilkirin

Ji van jinan 15 li malê, 5 li kolanê, 1 di maşîneyê de, 1 li nava zeviyê, 1 li otêlê û 1 jî li nêzî avê hat qetilkirin. Nehat diyarkirin ku 2 jin li ku hatine qetilkirin. Ji sedî 58’ê jinên di vê mehê de hatin qetilkirin li malên xwe hatin kuştin. Vê mehê ji sedî 58’ê jinên hatin qetilkirin, li malên xwe hatin qetilkirin.

Jin herî zêde bi çekê hatin qetilkirin

Di vê mehê de ji jinên hatin qetilkirin 13 bi çekan, 7 bi amûrên birînê, 4 bi lêdanê, 1 jî bi qezaya trafîkê hatin qetilkirin. Nehat zanîn jinek çawa hat qetilkirin. Vê mehê ji sedî 50 jinên ku hatine qetilkirin bi çekan hatin qetilkirin.

“Em 5'ê Cotmehê li Çaglayanê ne”

KCDP’ê diyar kir ku duyemîn danişîna doza ku der barê wan de hatiye vekirin dê di 5’ê Cotmehê de bê dîtin û wiha got: “Duyemîn danişîna doza girtina nehiqûqî ya ku der barê komeleya me ya Platforma Em ê Cînayetên Jinan Rawestînin de hatiye vekirin dê di 5’ê Cotmehê roja Çarşemê de li saet 09.00’an li Edliyeya Çaglayanê bê dîtin. Piştî vekişîna bêhiqûqî ya ji Peymana Stenbolê, heman rêveberiya siyasî vê carê komeleya me hedef girt. Di danişîna me ya ewil a ku di 1'ê Hezîranê de pêk hat de, jin û LGBTIQ+yên ji çar aliyên welat; ji bo azadiya xwe, ji bo li dijî zilmê bisekinin û ji bo parastina komeleya me hatin Çaglayanê. Em dîsa di 5’ê Cotmehê de hemû jin û LGBTÎ+yan li dijî doza derhiqûqî ya li dijî Platforma Em ê Cînayetên Jinan Rawestînin vedixwînin Çaglayanê.”