Çalakvan û akademîsyen Nagîhan Akarsel bi êrişa çekdarî hat qetilkirin

Çalakvan û akademîsyen Nagîhan Akarsel ku edîtora kovara Jineojiyê û endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê li Silêmaniyê di encama êrîşeke çekdarî de jiyana xwe ji dest da.

Navenda Nûçeyan- Çalakvana jin û akademîsyen Nagîhan Akarsel ku di heman demê de endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê ye îro di navbera saet 10.11’an de li ber mala xwe rastî êrîşa çekdarî hat. Li gorî agahiyan çalakvan di encama êrîşê de jiyana xwe ji dest da û cenazeyê wê ji bo lêkolînê rakirine Tiba Edlî ya Silêmaniyê.

Nagîhan Akarsel ya ji bajara Konya ya Bakurê Kurdistanê ye, karê rojnamevaniyê, nivîskariya rojname û kovarên jinan kiriye. Heya niha îmzeya wê li jêr gelek xebatên lêkolînê yên derbarê jinan de li Kurdistanê û derveyî welat heye. Çend sal e li Silêmaniyê ji bo bingeha akademiya Jineolojiyê li Başûrê Kurdistanê dixebitî.