KCDP: 20 jin hatin kuştin û mirina 12 jinan jî bi guman e
Li gorî rapora KCDP’ê di meha tîrmehê de 20 jin hatiye kuşin û mirina 12 jinan jî bi guman e.

Navenda Nûçeyan - Platforma Em ê Cînayetên Jinan Rawestinîn (KCDP) rapora xwe ya şidet û kuştinên jinan a meha tîrmehê aşkera kir. Li gorî rapora platformê di meha tîrmehê de 20 jin hatiye kuştin û mirina 12 jinan jî bi guman e.
Naveroka rapora ku hatî aşkerakirin wiha ye: “Di nav 20 jinên ku hatine kuştin de 10 jin ji hêla mêrê ku pêre hatî zewicandî ve hat kuştin. 2 jin mêrê ku pêre dijî ve hat kuştin. 2 jin ji hêla naskiriyên xwe ve, jinek ji hêla bavê xwe ve, jinek ji hêla xizmên xwe ve, jinek ji hêla kurê xwe ve, jinek ji hêla mêrê ku berê pêre dijî ve hat kuştin. Piştî ji holê rakirina Peymana Stenbolê li her derê Tirkiyeyê jinan bertekên xwe bi çalakiyên cur bi cur anîn ziman. Lig elek bajarên Tirkiyeyê çalakiyên bi bandor hatin lidarxistin. Têkoşîna me ne têkoşîneke wisaye ku li hemberî siyasetmedaran ve bê helandin. Em ê ji bo azadî û wekheviyê têkoşîna xwe bidomînin.”