Şengaliyan kesên di fermanê de jiyana xwe ji dest dan bi bîr anîn

Bi hezaran Êzidiyên ku li ber çavên cîhanê beriya 7 salan di fermanê de hatibûn qetilkirin li Şengalê bi beşdariya bi hezaran kesî tevli merasîma ji aliyê Komîteya Şehîdan a Şengalê ve hat lidarxistin bûn. Kesên ku gorên komî yên li Gir Zerek, Til Ezer û Siba Şêx Xidir ziyaret kirin zêmar kişandin û soz dan ku ew ê kesên di komkujiyê de hatine qetilkirin ji bîr nekin.

Bi hezaran Êzidiyên ku li ber çavên cîhanê beriya 7 salan di fermanê de hatibûn qetilkirin li Şengalê bi beşdariya bi hezaran kesî tevli merasîma ji aliyê Komîteya Şehîdan a Şengalê ve  hat lidarxistin bûn. Kesên ku gorên komî yên li Gir Zerek, Til Ezer û Siba Şêx Xidir ziyaret kirin zêmar kişandin û soz dan ku ew ê kesên di komkujiyê de hatine qetilkirin ji bîr nekin.
Şengal- Tê zanîn ku li Şengalê 80 gorên komî yên di wan de bi hezaran Êzidiyên hatine qetilkirin û gelek gorên bi serê xwe jî hene. Heta niha tenê 12 gorên komî hatine vekirin. Di êvara 3’ê Tebaxê de Şengalî ji bo kesên di fermanê de hatin qetilkirin bi bîr bînin, berê xwe dan riya gorên komî. Serdana goran a di saetên êvarê de li Şengalê dest pê kir ji aliyê Komîteya Şehîdan a Şengalê ve hat organîzekirin. Di bîranînê de TAJÊ, PADE û gelek kesên ji Şengalê her wiha heyeta ku Parlamentera Êlihê Feleknas Uca, Berdevka TJA’yê Semra Guzel jî di nav de bûn tevli bîranînê bûn. Di nava heyeta ku ji Herêma Federa a Başûrê Kurdistanê hatibû de heyeta REJAK’ê jî hebû. Di merasima bîranînê de zêmar hatin kişandin, kesên jiyana xwe ji dest dane hatin bibîranîn û ji bo şehîdan mûm hatin vêxistin.
“Ferman ji bo me wekî komkujiya Helepçe û Enfalê ye”
Kesên gorên komî ziyaret kirin, di merasimê de şehîdan bi bîr anîn. Li ser nave heyeta REJAK’ê Destîna Germiyanî axivî û got: “Ferman êdî ne li Şengalê ye li Başûrê Kurdistanê ye divê ev yek jî were hîskirin. Kesên bûn sedema fermanê hê li Başûrê Kurdistanê desthilatdar in. Ji bo werin darizandin divê her tişt were kirin. Ferman ji bo me komkujiya Helepçeyê ye, wekî Enfalê ye.”
Gorên komî yên li Gir Zerek, Til Ezer û Siba Şêx Xidir hatin ziyaretkirin
Di axftinên li ser goristanan de hat gotin ku kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane dê neyên jibîrkirin û ji yên bûne sedema vê qirkirinê hesab were pirsîn. Bîranînên piştî serdana gorên komî, li Gir Zerek, Til Ezer û Siba Şêx Xidir çêbûn, mûm hatin vêxistin û merasim bi dawî bû.
Li gorî baweriya Êzidayetiyê beden “emanetên” axê ne...
Di êrîşên qirkirina di 3’yê Tebaxa 2014’an de çêbûn de bedenên bi hezaran mirovan “emanetê vê axê hatin kirin.” Kesên hatin qetilkirin wekî qurbaniyên komkujiyê bedenên xwe emanetê vê kirine. Li gorî baweriya Êzidîtiyê ger mirovek li cihê xwe nemire, li cihê ku dimre “emanetê axê tê kirin.” 
Divê gorên komî werin vekirin û her beden bigihîje axa xwe
Di dema êrîşên DAIŞ’ê de Êzidiyên ku hatin qetilkirin li 80 gorên komî hatin veşartin û heta niha tenê ji wan hatine vekirin û hestî ji wan hatine derxistin. Li gundê Gir Zerek ê Şengalê hê jî aqubeta 700 mirovan nayê zanîn û li gund du gorên komî yên mezin hene. Li gundê Til Ezer jî aqubeta 500 mirovan nayê zanîn, li derdora gund 9 gorên komî hene. Li gundê Siba Şêx Xidir jî eynî rewş hene. Aqubeta 450 şêniyên gund nayê zanîn û li vê herême jî 5 gorên komî hene û hê nehatine vekirin.