Kampanyaya Yekîtiya Jinan êrîşên li ser Başûr û Rojavayê Kurdistanê şermezar kir
Kampanyaya Yekîtiya Jinan ya Li Dijî Tundî û Dagirkeriyê, bi daxuyaniyekî çapemeniyê êrîşên dewleta Tirk ya li ser Başûr û Rojavayê Kurdistanê şermezar kir.
Silêmanî - Îro li Silêmaniyê Kampanyaya Yekîtiya jinan ya Li Dijî Tundî û Dagirkeriyê, bi bejdarbûna gelek rêxistin û çalakvanên jin û hemwelatiyê Ereb, di derbarê komkujî û êrişên dewleta Tirk yên li Başûr û Rojavayê Kurdistanê de, daxuyaniya çapemeniyê da. Daxuyanî ji aliyê endama Kampanyaya Yekîtiya jinan ya li dijî tindûtujî û dagirkeriyê Kejal Ebdulqadir ve hat xwendin.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:
“Jinên pêşengên azadî û têkoşîn li pey maf, azadî û aştî û serweriya xaka welatê xwe ne, em jî weke jinên Başûrê Kurdistanê komkojiya hemwelatiyên herêma Kurdistanê, Îraqê û şervanên jin li Rojavayê Kurdistanê şermezar dikin. Dewleta Tirk dixwaze hemû Kurdistanê dagir bike, ji bo vê jî dixwaze destpêkê Başûr û Rojavayê Kurdistanê dagir bike, ji ber ku her du parçe heya astek xwerêveberiya Kurdan lê heye. Bi taybet Rojavayê Kurdistanê ku niha xwedî xwerêveberiyê ye û hemû pêkhateyên herêmê di nava rêveberiyê xwe de cihê xwe digirin. Salek ji temam bûna peymana Lozanê re maye ku Kurdistan hatibû çar parçe kirin re maye, her dewletek dixwaze diziyek nû bike, herêmên xwe zêde bike û hewil didin xaka Kurdistanê dagir bikin.
“Tirkiye ji têkoşîna jinan ya li Rojavayê Kurdistanê ditirse”
“Li Rojavayê Kurdistanê sîstema xwerêveberiyê heye û hemû netew mafê xwe di hindurê vê de diparêze û ew jî modelek nû ya demoqrasiyê ye û ji bo hemû deveran pêwîste. Lê belê dewleta Tirk hewil dide vê yekê ji holê rake û ji têkoşîna jinan ya li Rojavayê Kurdistanê ditirse, ji bo vê jî jinên têkoşer dike hedef, hedefgirtina herî dawî ya her 3 jinên li Rojavayê Kurdistanê, îsbata vê yekê ye.Pêwîste jinên Kurd, Ereb û pêkhateyên din yên Iraq û Herêmê, bi hevre dijî dagirkeriyê rawestin.”
“Kombûna me li dijî êrîşên dewleta Tirk e”
Çalakvan Fewziye Abdûlkerîm da diyarkirin ku dayikên laçîk sipî, hêjmarek ji rêxistin û çalakvanan li dijî dagirkeriya li ser Başûrê Kurdistanê û şervanên jin ên li Rojavayê Kurdistanê kombûne û wiha got: “Ev kombûna me li dijî êrîş û dagirkeriya dewleta Tirk a êrîşî hêjmarek geştiyarên Îraqê li Perexa girêdayî Zaxo kirin û zarok û jin di nav de gelek kes qetil kirin e. Em sersaxiyê ji şehîdan re dixwazin û silametiya xêrê ji birîndaran re dixwazin. Em van êrîşên li ser Başûr û Rojavayê Kurdistanê ku sê jinên şoreşger şehîd kirin şermezar dikin.”
“Ev bi sala ne êrîş û dagirkeriya dewleta Tirk dewam dike”
Endama Kongra Star Lêman Şûwêş got: “Êrîşên dewleta Tirk ne tenê li ser cihê geştiyarî ya Zaxo ye, di nava çend salên dawî de dewleta Tirk gelek caran êrîşên dagirkeriyê pêkanî û komkojî da jiyîn. Lê belê li herêma Kurdistanê bêdengiyek heye, hikûmetê herêmê li dijî van êrîşan bê helwest e. Divê gelê Îraqê jî bêdeng nebe û li dijî hemû cûrên êrîşan xwedî helwest be. Em êrîşên li ser Rojavayê Kurdistanê û şehîd xistina şervanên jin yên pêşeng şermezar dikin. Jinên pêşeng di şerê li dijî çeteyên DAÎŞ’ê de di rêzên pêş de cihê xwe girtin û di şoreşa jin ya Rojavayê Kurdistanê de xwedî rolek giring lêyistibûn.”
“Daxwaza me parastina sînoran e”
Çalakvana Jinên Zerdeştî Awat Hîsamedîn jî piştgiriya xwe da diyarkirin û wiha got: “Em weke jinên Zerdeştî li gel hemwelatiyên Kurdin û li dijî destdirêjiyê ne. Em daxwaz ji hikûmeta herêma Kurdistan û Îraqê dikin ku sînorên xwe bi parêzin û xwedî li hemwelatiyên xwe derbikevin. Di heman demê de em daxwaz ji hemwelatiyan jî dikin ku xwedî helwest bin û li dijî van êrîşan bêdeng nebin.”