Kampanyaya “Ji bo jinên rojnameger azadî” hat destpêkirin
MKGP'ê ku ji bo piştevaniya jinên rojnameger ên girtî û yên ne girtî tên darizandan, bi sernavê "Ji bo jinên rojnameger azadî" kampanyayek da destpêkirin, banga piştevaniyê kir.

Navenda Nûçeyan- Li Tirkiyeyê zextên li dijî rojnamegeran bi destên darazê berdewam dikin, Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKGP), ji bo piştevaniya jinên rojnameger ên girtî û ne girtî tên darizandin dest bi kampanyayek bi sernavê "Ji bo jinên rojnameger azadî" kir. Weke beşa yekem a kampanyayê ku dê 6 mehan berdewam bike, starta kampanyaya îmzeyê hat dayîn.
“Gelek hempîşeyên me di dema şopandina nûçeyan de bi êrîşê re rû bi rû dimînin”
MKGP’a ku der barê kampanyayê de metin weşand da zanîn ku azadiya çapemeniyê ji bo pêşketina civakî û jiyana demokratîk jêneger e. Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin:"Divê têkoşîna azadiya çapemeniyê û azadî û mafên jinan bi hev re bê meşandin. Ev yek ji berpirsiyariya me ya sereke ye. Îro li Tirkiyeyê li dijî jinên rojnameger binpêkirina mafên cidî pêk tên. Li Tirkiyeyê herî kêm 10 jinên rojnameger girtî ne. Der barê bi dehan jinên rojnameger de doz hatine vekirin û gelek hempîşeyên me di dema şopandina nûçeyan de bi êrişî rû bi rû dimînin."
Banga tevlibûna kampanyayê
Divê em jin têkoşîna xwe mezintir bikin. Ji bo em wekî MKGP'ê piştevaniya xwe ya bi hevalên xwe re xurt bikin em ê li ser medyaya dîjîtal dest bi kampanyaya 'Ji bo jinên rojnameger azadî' bikin. Di çarçoveya kampanyaya xwe de em ê bi hemû hempîşeyên xwe yên li dijî sansurê têdikoşin, ên girtî û ne girtî tên darizandin, li qadan tên astengkirin di nava piştevaniyê de bin. Em di serî de ji bo azadiya xebatkarên çapemeniyê bang li jinên rojnameger, li rêxistinên girseyê yên demokratîk, raya giştî dikin ku tevli kampanyaya me bibin.