Roja 593’emîn: Dayikek ji bo jiyana adil û bi edalet li ber xwe dide
Malbata Şenyaşar a têkoşîna xwe ya edaletê didomîne, wiha got: “Li Rihayê dayikek ji bo jiyana adil û bi edalet li ber xwe dide. Kesên daxwaza dayikê paşguh dikin wê di nav rûpelên reş ên dîrokê de cihê xwe bigirin.”

Riha - Nobeta ‘edaletê’ ya Emîne Şenyaşar ku 14'ê Hezîrana 2018'an di encama êrîşa parêzvan û xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz de hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bûbû, di 9’ê Adarê de li ber Edliyeya Rihayê dabû destpêkirin, di roja xwe ya 593’emîn de didome. Malbat, ji ber dawiya hefteyê edliye girtî ye çalakiya xwe ya nobetê li mala xwe ya li navçeya Pirsûsê berdewam dike.
Malbatê li ser hesabê xwe yê medyayê hesabê Wezareta Dadê etîket kir û ev peyam parve kir: “Li Rihayê dayikek ji bo jiyana adil û bi edalet li ber xwe dide. Kesên daxwaza dayikê paşguh dikin wê di nav rûpelên reş ên dîrokê de cihê xwe bigrin.”