Jiyan Tolhildan, Roj Xabûr û Barîn Botan di encama êrişa hawayî de jiyana xwe jidest dan

Ji fermandarên YPJ Jiyan Tolhildan, Roj Xabur û ji endama YAT’ê Barîn Botan ên li ser navê YPJ beşdarî Foruma Şoreşa Jinê ya Bakur û Rojhilatê Sûrî bûbûn, di encama êrişa hawayî ya duho hat pêkanîn de jiyana xwe jidest dan.

Navenda Nûçeyan – Yekîneyên Parastinê Jin (YPJ) bi daxuyaniyekê ragihand ku ji Fermandarên YPJ Jiyan Tolhildan a weke komîteya amadekar di Foruma Şoreşa Jinê ya Bakur û Rojhilatê Sûrî de cih digirt, Roj Xabur û Barîn Botan ên li ser navê Yekîneyên Parastina Jin beşdarî xebata Foruma Şoreşa Jinê ya Bakur û Rojhlatê Sûrî bûbûn, di encama êrişa hawayî ya dewleta tirk a dagirker de jiyana xwe jidest dan.

Dewleta tirk a dagirker ya di dehemîn salvegera Şoreşa Jinê de gefên êrişê li ser heremên Bakur û Rojhilatê Sûrî dixwar, di pêvajoyên dawiyê de êrişên xwe yên hawayî li ser bingehê polîtîkayên xwe yên dagirkeriyê û zêde kir. Di encama êrişa ku duho piştî bidawîbûna roja yekemîn a Foruma Şoreşa Jinê ya Bakûr û Rojhilatê Sûrî de hat pêkanîn ji fermandarên YPJ û Fermandara giştî ya YAT’ê Jiyan Tolhildan, Roj Xabûr û endama YAT’ê Barîn Botan jiyana xwe ji dest dan.

YPJ bi daxuyaniyekê nivîskî her sê jinên şoreşger bibîr anî û derbarê jiyan û têkoşîna wan de wiha got:

“Fermandara YAT’ê Jiyan Tolhildan bi nasnav Sewal Yusuf ji hemû zehmetî û kêliyên şoreşê re şahidî kir, di destpêkirina şoreşê ji karê rêxistinkirina gel, avabûna YXG’ê heya artêşbûna YPJ’ê û xebatên YAT’ê bi ked û fedekariyeke mezin kar kir. Şoreşa Rojava a bi ked û tekoşîna Hevrê û Fermandar Jiyanan bû şoreşa jinê, nav û deng bû û bû hêviya azadiya hemû jin û mirovahiyê . Ev şoreş roja îro bi keda van hevrê û fermandaran ve gihaşte 10 saliya xwe. Hêz û vîna Fermandar Jiyanan baweriya jiyana azad di hemû jinan û civakê de ava kir û ji hemû pêkhateyên Rojava û Bakûr û Rojhilatê Sûrî heya hemû cîhanê jin û ciwanan dil dane vê şoreşê û ber bi Rojava ve herikîn. Fermandar Jiyan ew fermandar bû ku bi germahiya jiyana azad û şoreşa Rojava bû xwedî danehev û tecrubeyeke mezin û bi vê ezmûn û danehevê bi sedan şervan perwerde kirin ku îro ev şervanê mîrateya tekoşînê a ku fermandar Jiyan ji wan re hêlişt wê mezin bikin û bi welatê azad misoger bikin. Hevrê û Fermadara me ya pêşeng Jiyan, di hemû pêngavên azad kirina Rojava û Bakûr û Rojhilatê Sûrî de bi rihê berxwedêr yê jina azad cihê xwe girt. Li hember çeteyên DAİŞ`ê ya ku ji bo mirovahiyê bibû xewneke bi tirs, fermandar Jiyan di sala 2013’an li Serêkaniyê li hember çeteyên El-Nusra,  Şêxmeqsûd, Şedadê, Minbicê heya Dêrazorê pêngava têkbirina çeteyên DAİŞ`ê, çeper bi çeper şer kir û bi hêzên koalîsyonê re tevlî hemû pêngavên rizgarkirinê bû. Tekoşîna Fermandar Jiyan Tolhildan bû hêviya jiyana azad a tevahî mirovahiyê.

Hevrê û Fermandar Roj bi nasnav Ciwana Heso di nava malbateke welatparêz de li Dirbêsiyê mezin dibe. Di demeke kin de di nava şoreşê de dibe xwedî ezmûn û bi felsefeya azadiya jin dibe jineke şoreşger a xwedî vîn û hêz. Heta kêliya dawî bi vê feraseta felsefeya azadiyê jiyan kir û bi rihekê berpirsyar xwedî li erkên xwe yên şoreşgerî û welatparêzî derket. Her kêliya jiyana xwe bi tekoşîna welatê azad ve derbas kir. Li hember çeteyên DAİŞ`ê bi hêzên koalisyonê re tevlî pêngavên rizgarkirinê bû û mirovahî bi pêşengî û wêrekiya hevrê û fermandar Jiyan û Roj ve ji DAİŞ rizgar bû.

Hevrê Barîn Botan bi nasnav Ruha Beşar a ku li Efrînê di nava malbateke welatparêz de mezin bû di temenê xwe yê ciwan de bi lêgerîna azadiyê ji şoreşa Rojava bandor dibe û tevlî refên YPJ’ê dibe. Hevrêya me Barîn li hember dewleta Tirk a dagirker hêrs û kîneke mezin ve jiyan kir û ji bo têkbirina dagirkeriyê bi idda û biryardariyeke mezin tekoşîn kir.

Şoreşa gelan ya Bakûr û Rojhilatê Sûrî bi ked û fedakariya mezin ya hevalên şehîd û li ser hîmê azadiya jin pêk hat û bû hêviya azadiya hemû jin û civakên azadîxwaz. Weke hêzên YPJ’ê mezinkirin û parastina şoreşê û misogeriya azadiya Rojava û Bakûr û Rojhilatê Sûrî erk û sonda me ye ku me ji hevrê û fermandarên xwe re daye. careke din em ji hemû gelê xwe û hêzên YPJ û QSD’ê re sersaxiyê dixwazin, em ê tola hevrêyên xwe ji hêzên dagirker û sixûran bigrin, ev êrîş wê bi tu awayî nikaribe bi me paş de gav bide avêtin wê zêdetir hêrs û kîna me mezin bike. Di vê pêvaoya ku şoreşa me û pêşengên wê dibene hedefa êrîşên tunekirinê em ji hemû jinên Bakûr û Rojhilartê Sûrî re dibêjin cihê xwe di nava refên tekoşînê de bigrin.”