Foruma Şoreşa Jinê ya Bakur û Rojhilatê Sîriyeyê bi biryarên girîng bi dawî bû

Foruma Şoreşa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya bi dirûşma“Bi hevgirtina hinan em ê destkeftiyên şoreşê biparêzin û geş bikin” û ji aliyê 7 rêxistinên jinan hat organîzekirin bi biryarên girîng bi encam bû.

Qamişlo- Kongreya Star bi boneya 10 saliya şoreşa Rojavayê Kurdistanê, şoreşa jinan û bi armanca danasîna destkeftiyên jinan di qada vê şoreşê de bi dirûşma “Bi hevgirtina jinan em ê destkeftiyên şoreşê biparêzin û geş bikin” di 22 û 23’ê Tîrmehê de Foruma Şoreşa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dar xist. Piştî du rojên tijî xebat, nîqaş û parvekirin foruma jinan bi encam bû.

Li ser bingeha nîqaşên ku çêbûn ji bo parastin û pêşxistina şoreşa jinan em gihîştin encamên girîng:

1. Di 10 salên şoreşê de gavên dîrokî hatin avêtin û ji bo tevahî jinan destgeftiyên mezin hatin afirandin. Ev destkeftiyên şoreşa jinan ji bo tevahî cîhanê bûn hêvî. Ji bo mezinkirin û mayîndekirina vê şoreşê di foruma me de biryara bilindkirina têkoşînê hat girtin.

2. Şoreşa jinan bi êrîşên tund re rû bi rû ye û hê jî hemû armancên xwe pêk neaniye. Ji bo mîsogerkirina şoreşê pêwîst e em destkeftiyên wê her dem zêde bikin û bikin malê hemû jinan.

3. Qanûnên jinan wek destkeftiyeke sereke ya şoreşê hat nirxandin. Ji bo pêkanîna qanûnên jinan divê ku di asta Sûriyeyê de têkoşîn bê meşandin û xurtkirin.

4. Di asta Sûriyeyê de kombûnek wiha ya jinan pêkanîn bi xwe serkeftineke mezin e lê di heman demê de girîngiya pêşxistina tifaqên demokratîk ên jinan dide ber çav. Pêwîst e em hevgirtina jinan di asta Sûriyeyê de hîn bêhtir xurt bikin.

5. Bi zanebûna ku şoreşa jinan berî her tiştî şoreşeke hişmendî ye em biryara bilindkirina têkoşîna hişmendiya azadiyê didin.

6. Rizgarkirina hemû jinan ji dagirkerî, esaret û ji zindanan erka me ya sereke ye. Bi vê armancê em ê têkoşîna xwe bilind bikin. Bi taybetî ji bo ku bajarên wek Efrîn, Bab, Cerablûs, Ezaz, Idlib, Serêkaniyê û Girê Spî yên ku di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de ne bên rizgarkirin divê em têkoşîna xwe xurtir bikin.

7.Êrîşên qirkirinê herî zêde li ser jinan tên meşandin. Divê jin li hemberî hemû cureyên êrîşê ku ji aliyê hêzên dagirker û hişmendiya zilamperest ve pêk tên xwedî hêza xweparastinê bin û divê jinek jî bê parastin nemîne.

8. Bi zanebûna ku çareseriyeke demokratîk û mayînde bê îradeya jinan ne gengaz e divê beşdarbûna jinan di biryarên siyasî de bê mîsogerkirin û mafên jinan bi nêrîna jinan di destûra Sûriyeya pêşerojê de cih bigrin.