JINNEWS'ê xwe gihand dîmenên îşkenceya Garîbe Gezer

JINNEWS'ê xwe gihand dîmenên îşkenceya Garîbe Gezer a li Girtîgeha Kandirayê hat qetilkirin û dosyaya wê bi hinceta "delîl kêm in" hat betalkirin.

Navenda Nûçeyan- Garîbe Gezer piştî qedexeya derketina kolanan a li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê di sala 2016’an de dema ku diçû Kutahya hatibû binçavkirin û girtin. Garîbe Gezer a sirgûnî Girtîgeha Tîpa F a Hejmar 1 a Kandirayê bû, di 9'ê Kanûna 2021'an de rastî tecawiz û îşkenceyê hat. JINNEWS'ê xwe gihand dîmenên îşkenceya Garîbe Gezer a ku dosyaya wê ji aliyê Serdozgeriyê ve bi hinceta "delîl kêm in" hat betalkirin.

Di nûçeya ku ji aliyê Marta Somek û Gulistan Dursun ve hatiye weşandin de, tê gotin ku îşkenceya ku li girtîgehê li Garîbe Gezer hatiye kirin, di qeydên kamerayê de cih girtiye û dîmen hatine parvekirin. Di dîmenan de Garîbe Gezer ji aliyê gelek gardiyan û karmendên girtîgehê ve li erdê tê kaşkirin. Her wiha di kamerayan de diyar dibe ku Garîbe Gezer a rastî îşkenceyê hatiye, dema ku li erdê kaş kirine diqîre.

 Parêzer dê serî li AÎHM'ê bidin

Parêzerên Garîbe Gezer Eren Keskîn, Jiyan Kaya, Jiyan Tosun û Elîf Taşdogen duh di civîna xwe ya çapemeniyê de diyar kirin ku dosyaya qetilkirina Garîbe Gezer tam piştî 11 mehan bi dawî bûye. Serdozgeriya Komarê ya Kandirayê tevî ku delîlên îşkenceyê hene jî bi hinceta "delîl kêm in" di dosyaya Garîbe Gezer de biryara "cihê lêpirsînê nîne" da. Parêzerên wan diyar kirin ku ew ê heta dawiyê dosyayê bişopînin û serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) bidin.