Jinên Êzidî li dijî dagirkerî û zihniyeta mêr meşiyan

Jinên Êzidî bi boneya 25’ê Mijdarê li dijî şîdeta mêr-dewletê û dagirkeriyê bi bilindkirina dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ herikîn qadan.

Şengal - Bi boneya 25’ê Mijdarê ya Roja Cîhanî ya Tekoşîna Li Dijî Şîdeta Li Ser Jinê, jinên Êzidî bi bilindkirina dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ li dijî zihniyeta mêrê desthiladar, dewleta qirker û dagirkeriyê meşiyan. Jinan bi yek rihê li dijî qirkirina jin û dagirkeriya dewleta Tirk herikîn qadan.

Di meşa civaka Êzidî ku bi pêşentiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) ve hat li darixistin de pankarta ku li ser ‘Li dijî qirkirina jin; Jin, Jiyan, Azadî’ nivîsandibû, hatin rakirin. Her wiha wêneyên pêşengên têkoşîna azadiya jinê Nagîhan Akarsel û Jîna Emînî hatin bilindkirin. Meş ji çerxeriya Mam Zekî ya Nevçeya Sinûnê heya bi kolana Zîraa ve berdewam kir.

Piştî ku meş gihîşt kolana Zîraa ya navçeya Sinûnê li ser navê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TJAÊ) Endama Koordînasyona TAJÊ Riham Hico daxuyanî da. Riham Hico di destpêka daxuyaniyê de diyar kir ku şîdet ne tenê ji aliyê mêr ve li dijî jin pêk tê, li dijî hemû şaneyên gerdunê şîdet pêk tê û wiha got: “Em tevahî şîdeta ku li ser jinê tê meşandin şermezar dikin. Şîdet ne tenê li ser jin tê meşandin, li ser zarokan, xweza û li ser hemû zîndiyan tê meşandin. Yê ku vê şîdetê dimeşîne jî hêzên destihladar û hegomonîk in, ji bo berjewandiyên xwe van hêzan bi hemû awayan êrîşî jinan dikin.”

‘Xeta berxwedanê bilindtir e’

Di berdewamiya daxuyaniyê de Riham Hico îşaret bi biryardariya jinan a bidestxisitna azadiyê kir û wiha got: “Li hemberî desthilatdariyê, şîdetê, wê xeta berxwedanî xeta azadiyê û îrade û serxwebûnê pêş bikeve. Ev şîdet wê heya dawî dewam neke. Ji bo şikandina vê şîdeta weke jinên Êzidî emê ji bo bidestxistina azadiya xwe û civaka xwe li beramberî mêr, dewlet  û tevahî hêzan jî bisekinin. Em ê xwe xurtir bikin, xwe perwerde bikin, mezintir bikin lê em tu car serî ji tu hêzekî dagirker re ku bi aqilê zilam tê birêvebirin, natewînin.”

Berxwedana Rojava hat silavkirin

Di dawiya daxuyaniyê de Endama Koordînasyona TAJÊ’ê Riham Hico berxwedaniya rojavayê Kurdistanê ya li hember dagirkeriya dewleta Tirk silav kir û wiha dawî li daxuyaniyê anî: “Bi boneya vê rojê weke jinên Êzidî berxwedana rojavayê Kurdistanê silav dikin û pîroz dikin. Çi erk dikeve ser milê me em amadene bikin.  Berxwedaniya rojava berxwedaniya me ye jî. Şîdet û êrîşên ku li ser jinê tê meşandin li kur be ferq nake ji ber heman zihniyet e. Mînaka wê jî, Axîn, Jîna, Nagîhan û pêşenga civaka Êzidî û rojavayê Kurdistanê hevala Çîçek e. Lewma tekoşîna me hemû jinan pêwîst e di vê çarçoveyê de be. Em weke rêxistina jinan ji bo tola hemû jinên ku bûne hedefa hêzên desthilatdar em ê her têbikoşin, li berxwe bidin û serî tu car natewînin.”

‘Tu hêz nikare berxwedana jinan ji hev qut bike’

Endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî Şemî Îdo hestên xwe ji ajansa me re parve kir û wiha got: “Berê fermanê zextekî gelek mezin li ser jin dihate meşandin, lê piştî naskirina fikir û felsefeya Rêber Apo me dûbare nefesa jiyanê sitend. Ne tenê em hemû jinan îro bi felsefeya Rêber Apo ya ‘Jin Jiyan Azadî’ li qadan e. Îro jî jinên Rojavayê Kurdistanê li hember hêzên desthiladar li berxwe didin, em jî weke jinên Êzidî li gel wan in tu hêz nikare berxwedaniya me ji hev cuda bike.”