Jinên Zirganê di bin êrişan de Gulnaz Karataş bibîr anîn
Jinên Zirganê ya rojane di bin topbarana dijwar a dewleta Tirk de ye Bêrîtan (Gulnaz Karataş) a yek ji pêşengên têkoşîna azadiya jinê ye û sembola artêşbûna jinên Kurd e bibîr anîn.

Hesekê – Li Zirgan a rojane rastî êriş û topbaran dewleta Tirk tê, Bêrîtan (Gulnaz Karataş) a yek ji pêşengên têkoşîna azadiya jinan e û wek sembola artêşbûna jinên Kurd tê zanîn di 30’emîn salvegera wê de hat bibîr anîn. Di bibîr anînê hat destnîşan kirin ku Bêrîtan a di 25’ê Cotmeha 1992’an de dema êrişên dewleta Tirk a bi hevkariya PDK’ê li ser Başurê Kurdistanê hat pêkanîn de li dijî xiyanetê xeta berxwedanê hilbijart, xwe ji zinar de avêt û jiyana xwe jidest da, bûye xeta berxwedanê û her wiha dan zanîn ku berxwedana jinên Zirganê domandina xeta Bêrîtan e.
Piştî deqeyek rêzgirtina ji bo giyanê pak ê lehengan, Rêvebera Kongra Star a navçeya Til Temirê Raperîn Nûrheq axivî.
‘Dêrsim jêdera pêşengên jin ên tevgera azadiya jinan û Kurdistanê ye’
Raperîn Nûrheq got: "Bajarê Dêrsimê jêdera jinên leheng, wêrek û pêşengên tevgera azadiya jinan û Kurdistanê ye. Ji Sakîne Cansiz, heya Zîlan û Bêrîtanê. Bêguman cihê ku berxwedan lê hebe, qehremanî ji wir der tê. Bêrîtan jî ji wir derket ku li dijî dewleta tirk a dagirker û hevkarên wî têkoşîn û şerekî bêhempa da meşandin. Heta niha kembera şehîd Bêrîtan a leşkerî li bajarê Xaneqînê di malek de bi daleqandiye, piştî ku Bêrîtanê canê xwe ji dest da, bi sedan pêşmergeyan çekên xwe avêtin û gotin em şerê birakujiyê nakin."
‘Berxwedana jinên Zirganê domandina xeta Bêrîtanê ye’
Raperîn wiha dirêjî da gotinên xwe: "Şehadeta Bêrîtan û Zîlanê olaneke dîrokî bû. Bi sedan şopdarên Bêrîtan û Zîlanê çêbûn. Berxwedana jinan li navçeyek wekî Zirganê de domandina xeta Bêrîtan û Zîlanan e. Berxwedana me ya ku îro li Zirganê û gundewarên wê tê belgekirin, divê em jî xwedî li vê dîrokê derkevin."
Bêrîtan (Gulnaz Karataş) kê ye?
Gulnaz Karataş di sala 1971’an de li Dêrsim a Bakurê Kurdistanê ji dayîk dibe, di sala 1990’an de tevlî nav refên PKK’ê dibe.
Bêrîtan a yek ji pêşengên têkoşîna azadiya jinê û artêşbûna jinên Kurd e di 25’ê Cotmeha 1992’an de, di şerê dewleta Tirk û PDK’ê ya li dijî gerîlayan de, heya guleya xwe ya dawiyê li hemberî bangên teslîmiyetê şer dike û ji bo nekeve dest çeka xwe dişkîne û xwe ji zinar davêje û jiyana xwe jidest dide. Heman demê 25’ê Cotmehê ya roja ku Bêrîtan jiyana xwe jidest dide weke destpêka artêşbûna jinên Kurd ji aliyê Tevgera Azadiya Jinên Kurd ve hat îlankirin.