Jin di têkoşîna hevpar de li hev civiyan

Jin di 2'yemîn Konferansa Jinan a Navneteweyî de bi dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî: Tora Jin Azadiya Xwe Dihûnin” îlan kirin û di têkoşîna hevpar de li hev civiyan.

Navenda Nûçeyan - 2’emîn Konferansa Jinan a Navneteweyî ku li Berlîn paytexta Elmanyayê hat lidarxistin, bi axaftina delegeyan û encamaneyê bi dawî bû. Jinan di konferansê de “Tora Jin, Jiyan, Azadî: Jin Azadiya Xwe Dihûnin” îlan kirin û bang li hemû jinan kirin ku tevî torê bibin û li ser esasê “şoreşa jinan“ têkoşîna hevpar geş bikin.

Konferansa ku ji aliyê Tora Jinên Siberojê Dihûnin ve hat lidarxistin ve, ji 41 welatan bi sedan delege beşdar bûn, di roja duyemîn a konferansê de di bin sernavên “Dîtina Riya Xwe, Jin Jiyan Azadî: Çima Rêxistineke Jinan a di ser neteweyan re? Pêşniyaza Jinan a ‘Konfederalîzma Demokratîk a Cîhanê’ çi ye?” de axaftin hatin kirin.

'Dema azadiya jinan hatiye’

Ji berdevkên Însiyatîfa Azadî ji Abdullah Ocalan re, Aştî ji Kurdistanê re Endezyar Havîn Guneşer ku moderatoriya beşa dawî ya konferansê kir, wiha got: “Jin jiyan azadî bi tenê ne dirûşmek e xwedî felsefe ye. Mîmarê vê dirûşmê, felsefeya azadiyê nivîsiye. Ew kes Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Birêz Ocalan ku bi operasyona NATO’yê dîl hat girtin, ev 24 sal in tecrîdkirî ye. Azadiya Ocalan, azadiya me ye. Êdî dema azadiya jinan hatiye. Tevî şewbê jî gel û jin, li dijî rejîmên zextker têdikoşin. Divê teqez jin li hemû qadên jiyanê bin.”

Banga têkoşîna hevpar

Ji Tevgera Jinên Kurd Haskar Kirmizigul destnîşan kir ku jin û xweza tên qirkirin û wiha got: “Divê em li ser pirsa ‘Em çawa hê zêdetir dikarin têkoşîna xwe bi pêş bixin’ bisekinin. Şoreşa jinan ne şoreşek e ku di cih de ava bû, di cih de hilweşiya ye. Modernîte di vê pêvajoya ku krîza xwe ya herî kûr dijî, herî zêde êrîşê jinan dike. Eger jin li dijî vê yekê li ber xwe nedin, wê tune bibin. Têkoşîna jinan, têkoşîna hebûnê ye. Lewma hemû jin di gelek şert û mercan de, dibin hevkar. Em çiqas bi hêz bibin, ew ê ewqas lawaz bibin. Lewma têkoşîna hevpar, pir girîng e. Eger em di azadiya jinan de bi israr bin divê em li dijî pergala kapîtalîst bertek nîşan bidin.”

Pirsgirêk cuda ne lê çareserî yek e’

Montes Jovîta Mataro ya li ser navê Tifaqa Jinan a Navneteweyî ya ji Filîpînan tevli konferansê bû, îşaret bi girîngiya piştevaniya navneteweyî kir û got ku ger jin hev bigrin wê di têkoşîna xwe de bi ser bikevin.

Ji Koalîsyona Jinan a Demokratîk Bişra Alî jî diyar kir ku pirsgirêkên li her welatî cuda ne lê çareserî yek e. Bişra Alî ku got ku divê li dijî dewleta Tirk a jinên pêşeng dike armanc, bi hev re têbikoşin û wihagot: “Şoreş encax bi piştevaniya jinên ji her welatî bi pêş bikeve. Heke em bi hevparî têbikoşin tiştekî em nikaribin nekin nîn e.”

Nûnera Têkoşîna Hevgirtî ya Elmanyayê Gemeînsam Kaempfen derbirî ku bi salan e ew û jinên Kurd bi hev re têdikoşin. Gemeînsam bi lêv kir ku ew ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dixebitin û destnîşan kir ku bi milyonan kesan şoreşa li wir dîtine.

Jinan Encamnameya xwe ragihandin

Konferans piştî nîqaşên hatin meşandin û axaftina girtinê bi dawî bû, encamname hat ragihandin. Encamnameya ku jinan têkoşîna hevpar teqez kirin, wiha ye:

“Di konferansa xwe ya yekemîn a Cotmeha sala 2018’an de me jinan got: “Em jiyana xwe bi azadî dixwazin. 2’yemîn Konferansa Jinan a Navneteweyî ya Tora Jin Pêşeroja Xwe Dihûnin me bi dirûşma ‘Şoreşa me: Azadkirina Jiyanê‘ 5-6’ê Mijdara 2022’yan ji 41 welatan bi tevlêbûna 800 jinan li Berlîna paytexta Elmanyayê bi coş û serkeftin bi encam kir.

Di van rojên ku me konferansa xwe çêkir de JIN JIYAN AZADÎ wek dirûşma serhildan û çareseriyê li her dera cîhanê tê berzkirin. Jin, ji bo sedsala 21’emîn bikin sedsala jinan li her derê cîhanê li ser piyan in, serî hildidin. Em di demeke reş û tarî de ne lê dê ev hewa biguhere.

Pergala kapîtalîst, bi xerakirina ekolojîk, pandemî, xwarina kedê û tundûtûjiyê, ji bo kara zêdetir û hêzê, cîhana me ber bi şerê cîhanê yê 3’yemîn ve dibe.

Em ji vê bîr û boçûnê re dibêjin na. Ji bo rawestandina vê bîr û boçûnê em îlan dikin ku ji bo jiyana azad û adilane, ji bo her kesê em jin xwe berpirsyar dibînin, em ê bibin pêşengên avakirina pergala ku hesreta me ye. Bila ax, agir, av û hewa bi me re be!

Me li her dera cîhanê got: ‘Nî Ûno Menos’, got: ‘Me too’, nerazîbûna xwe bi reqsa Las Tesîsê da der. Ji bo parastina mafê xwe yê jiyanê ji hişmendiya mêrserwer em derketin kuçe û kolanan, me parastina xwe ya cewherî bi pêş de bir, xwe bi rêxistin kir. Jinên li hemû parzemînan bi helbest, stran, reqs û zîrekiya xwe li dijî jibîrkirina li wan tê ferzkirin li ber xwe didin. Jinên bi hêza başkirinê ya xwezayê li ser pêyan disekinin, ji bo pêşêroja xeyal dikin, têdikoşin. Lewre gotinên bê kirin bêwate ne. Kirina bêgotin kor e.

Em li dijî mîlîtarîzm, nijadperestî, mêtingerî, mêrserwerî, şîrketên kapîtalîst ên pirneteweyî û dewletan dadikevin qadan. Lewma ji me ditirsin. Em wan hîn zêdetir bitirsînin. Em li dijî pergala ku çalakiyên me, gotinên me, parastina me ya cewherî krîmanîlîze dikin û enerjiya me ya jiyanê talan dikin, dibin yek û mezin dibin.

Hêzên rejîma Îranê Jîna Emînî, hêzên faşîst ên Tirk hevrêya me Nagihan Akarsel, ji nav me birin. Li Emerîkaya Latîn, pêşengên jin ên ji xelkên herêmî, tên qetilkirin. Li Sûdan, Yemen û Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê, weke li Kurdistanê jin tên girtin, tên kuştin û dest dirêjê wan tê kirin. Ew ji yekê zêdetir jiyanan deyndarê me ne. Deyndarê jiyana dayik, dayikên me yên mezin û xwişkên me ne. Em îfadeya berxwedana wan in.

Tecrûbeya têkoşîna jinan a bi sed salan dewam dike, em dibin şahid ku di sedsala 21’emîn de gihiştiye asteke cuda. Em di pêvajoyekê re derbas dibin ku beşên cuda yên civakî azadiya xwe di azadiya jinan de dibînin û bawer dikin ku azadiya jinan wê civakê azad bike. Em bi hêrs in. Ev hêrseke kolektîf e. Em bi hêz in, em ê cîhanê biguherînin.

Em di serdemek a têkoşîna azadiyê ya nû de dijîn ku şoreşa jinan jê re pêşengiyê dike. Wek ku Birêz Abdullah Ocalan gotiye, jiyana ku tê xwestin ne derasayî ye, bi şoreşê ava dibe. Em li Kurdistan, Îran, Efxanistan, Emerîkaya Latîn û Ewropayê ji bo jiyana tê xwestin radibin ser pêyan û têdikoşin.

Em jin dibin ‘xwebûn‘, navên ku kapîtalîzm, mêtingerî û mêrserweriyê dane me û xaka me red dikin û navên nû ji bo xwe digirin.

Êdî em di serdema jinan de ne. Bersiva herî girîng a ji bo vê demê bê dayîn jî têkoşîna hevpar a jinan û mayîndekirina tevna yekitî û piştevaniyê ye. Bi wesîleya vê konferansê em ‘Jin, Jiyan, Azadî: Tora Jin Siberojê Dihûnin’ îlan dikin. Piştre xebata destpêkê ya em ê bikin derxistina nexşeya hevpar a ku em du roj in li ser nîqaş dikin. Em, bang li hemû jinên ku jiyana derveyê pergala mêtingeriyê ya heyî dixwazin, dikin ku tevli tora me bibin û li ser esasê ‘Şoreşa Jinan’ têkoşîna hevpar geş bikin.“