Jinên Wanê: Me li ber xwe da em bi ser ketin!

Jinan der barê serkeftina gelê Wanê de gotin ku ew ê axa xwe tu carî ji AKP û MHP’ê re nehêlin û dan zanîn ku bi serhildana li Wanê gel li îradeya xwe xwedî derketiye û encam jî serkeftineke ku di dîrokî de bibe mînak e.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Wan- Li Wanê li dijî xespa qeyûman berxwedana gel bi ser ket. Desteya Bilind a Hilbijartinê (YSK) biryar da ku mazbatayê bide Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM) Abdullah Zeydan. Ev du roj in li gelek bajarên Kurdistanê bi hezaran kes derketin kolanan û li ber xwe dan.

Jinên Wanê yên ku pêşengî ji berxwedanê re kirin bi gotina: “Ev der axa me ye cihê AKP û MHP’ê li vê derê nîn e” bertek nîşanî polîtîkayên li dijî îradeyê dan.

‘Dê serkeftin her dem a me be’

Jinên ku em li qadê bi wan re axivîn, serkeftina ku bi berxwedanê bi dest xistine, ji ajansa me re vegotin:

Ayşe Aslan got: “Şukur me bi berxwedan û serkeftinê nehişt îradeya me ango şaredariya me were desteserkirin. Divê gelê Kurd her dem bi ser bikeve û li her tişta ku aydê wê ye xwedî derkeve. Me jî vê kir. Tiştê aydê me bû, me bi dest xist. Ev serhildan her ku biçe dê mezin bibe. Me bi saya ciwan û jinên xwe wan rojan dît. Heya ku em û ew hebin kes nikare îradeya me bişkîne. Em her dem li vir in.  Em ê li vir bin û berxwedana xwe bidomînin.”

‘Em ê AKP-MHP’ê ji vê axê derxin’

Kadriye Gezîcî ya ku li qadê bû wiha axivî: “Me îradeya xwe bi hêza xwe parast. Heya ku dilopek xwîn di canê e de hebe û ev mirovê me li vir bin em ê li ber xwe bidin. Em ê qayûm jî AKP’ê jî ji vê axê derxin. Çawa hatin dê wisa jî biçin. Dilopek xwîna me ya mayî jî em ê ji bo ax û welatê xwe bidin. Em ne bi tenê ne çar perçeyên Kurdistanê li pişt me ne. Dema Selehedîn Demîrtaş hat girtin em giştî bêdeng man, piştî vê dema ku dîtin em bêdeng in hatin qayûm avêtên. Îro jî radibin li şûna kesê ku me hilbijartiye kesek din tînin. Lê bila vê baş bizanibin ger li vir  ciwanek me jî bimîne û heya dawiya dilopek xwîna me jî mabe em axa xwe ji AKP-MHP’ê re nahêlin.”

'Em ji gaza îsotê û tankên wan natirsin'

Kadriye Gezîcî diyar kir ku gelê Kurd tu carî li hemberî van lîstikan bi tenê namîne û wiha domand: “Bi vîna dayik û jinan em ê van xakan ji van dagirkeran re nehêlin. Hûn ê tu carî axa me ji destên me negirin. Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin. Divê AKP-MHP baş bizanibe ku em tu carî ne bi tenê ne. Em ji we bêtir in. Me li ber xwe da em bi ser ketin. Berxwedan wê her dem hebe. Ger AKP-MHP xwedî tank û çek bin, em xwedî maf, rastî û îradeyê ne. Em ji tank, çek û gaza îsotan natirsin. Divê ew vê yekê baş bizanibin. Em ê heta dilopa xwîna xwe ya dawî li van kolanan bin. Divê dijmin baş bizanibe ku em ji kesê natirsin. Îradeya gelê Kurd xurt e. Hêrsa dayikan pir zêde ye, em bi vê hêrsê bi ser ketin û em ê bi ser bikevin.

‘Jin pêşengên serkeftinê ne'

Selma Bozkur jî wiha got: “Gelê Wanê bi vîn û hêza xwe çand û ruhekî nû li tevahiya Kurdistanê zindî kir. Gel bi felsefeya “Jin, Jiyan, Azadi” ev serkeftin bi dest xist. Jin li pişt vê serkeftinê ne. Me bi jinan dest pê kir û bi jinan em bi ser ketin. Gel îradeya xwe parast û tu carî tawîz neda. Nehişt şaredariya wan were desteserkirin. Vê berxwedanê serkeftin ji wan re anî. Em ê bi vê moral û motîvasyonê têkoşîna xwe mezin bikin. Ev têkoşîn îro li hemû bajaran belav bûye. Dê her dem belav bibe. Dem dema me ye, Dem dema gelê Kurd e. Ji niha û pê ve çi tiştê ku îradeya me nas nake em rê nadin pêk were.”