‘4’ê Nîsanê roja vejîna tevahî mirovahiyê ye’

Jinên Şehba û Efrînê 4’ê Nîsanê roja rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kirin û diyar kirin ku 4’ê Nîsanê ji bo tevahî mirovahiyê roja vejînê ye.

RÛBARÎN BEKIR

Şehba – Jinên Şehba û Efrînê bi boneya 75’emîn rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hestên xwe ji ajansa me re anîn ziman.

Hevseroka Desteya Karûbarên Civakî ya herêmên Efrîn-Şehba Arîn Bekir wiha got: “Li çiyayên Kurdistanê û li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkoşîna ji aliyê gel û şervanan ve tê meşandin dîrokî ye. Li dijî avakerê sîstema neteweya demokratîk Rêber Abdullah Ocalan komployeke navneteweyî hat pêkanîn. Gel û şervanên Kurd ji bo astengkirina polîtîkayên welatên kapîtalîst biryaradariya xwe ya berdewamiya têkoşînê mezin kirin.”  

‘Em ê her dem li soza xwe xwedî derbikevin’

Arîn Bekîr da zanîn ku weke jinên Efrînê ji Efrîna warê zeytûn û aştiyê bi zorê hatine koçberkirin û wiha got: “Ji ber girêdana xwe ya bi fikir û felsefeya Rêber Ocalan re, em ê li herêmên Şehbayê têkoşîna xwe berdewam bikin. Em ê her dem li pey soza xwe bin û şopdarên fikir û felsefeya Rêber Ocalan bin. Rêber Ocalan jinan ji xewa koletiya bi hezaran salan şiyar kir, hêz û giringî da jinê. Bi zanîna fikrên Rêber Ocalan, li ser felsefeya azadiyê kûr bûn û dikaribûn rola xwe bilîzin. Jin êdî di gelek qadên civakê de pêşeng in. Rojbûna Rêber Ocalan li hemû gelên ku hesreta azadiyê dikşînin, li hemû jinên li dijî bêmafî û koletiyê têdikoşin û şer dikin pîroz be.”   

‘Rêberek navnetewî ye’

Ji jinan Rehab Jabo jî destnîşan kir ku ji ber zihniyeta mêrsalar jinan bi hezaran salan gelek êş kişandine û ev tişt got: “Jin ji ber astengkirina peşverûtiyên civakê nikaribûn mafên xwe bigrin û rola xwe di civakê de bilîzin. Lê belê bi belavbûna bîrdoziya azadiyê, li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, jinan li dijî bêmafiyê serê xwe rakir, dest bi daxwaza mafên xwe kirin. Fikir, nêzîkatî û analîzên Rêber Ocalan, ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo hemû gelan e. Ji ber vê jî rêberek navneteweyî ye.”

‘Em ê pergala neteweya demokratîk li cîhanê ava bikin’

Rehab Jabo bal kişand ku dewleta tirk bi polîtîkayên tecrîdê wê nikaribe pêşî li fikrên Abdullah Ocalan bigre û wiha got: “Tiliya gelek dewletan di komploya navneteweyî de heye lê belê li tevî van hemû zextan jî wê nikaribin li dijî tecrîdê felsefeya azadiyê bibin asteng. Heta azadiya fizîkî ya Rêber Ocalan em ê têkoşîna xwe berdewam bikin. Em ê pergala neteweya demokratîk ne tenê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li hemû cîhanê ava bikin.”

‘Em dest ji têkoşîna xwe bernadin’

Cîhan Îsmaîl jî bi bîr xist ku 4’ê Nîsanê rojeke girîng e û li hemû gelên azadiyê dixwazin pîroz kir û got: “Bi saya fikir û felsefeya Rêber Ocalan em ketin lêgerîna azadiyê. Saziyên ku mafên girtiyan dixwazin divê ji bo Rêber Ocalan bi parêzer û malbata xwe hevdîtin bike, berpirsyariya xwe bi cih bînin. Ji bo vê jî divê zextê li dewleta tirk bikin. E mê heta Rêber Ocalan bi awayek fizîkî azad nebe dest ji têkoşîna xwe bernedin.”