Jinên Taîzê bi meşeke girseyî binpêkirina agirbestê şermezar kirin

Beşdarên meşa girseyî ya ku li bajarê Taizê hat lidarxistin, bang li Neteweyên Yekbûyî kirin ku dorpêça li ser bajêr rake û binpêkirinên dubare yên agirbestê rawestîne.

RANYA ABDULLAH

Yemen – Jinên Taîzê bi meşeke girseyî binpêkirinên agirbestê ji aliyê Hûsiyan ve şermezar kirin û bang li Neteweyên Yekbûyî kirin ku dorpêça li ser bajêr rake û binpêkirinên dubare yên agirbestê rawestîne.

Yek ji beşdarên meşê Emel Seîd wiha got: "Em vê agirbesta sexte şermezar dikin ku tê de komkujiya Taxa El-Rewda ya Taîzê pêk hat û tê de 12 zarok bi giranî birîndar bûn û zarokek jiyana xwe ji dest da. Topbaran ji roja yekem a agirbestê ve heta niha nesekiniye."

Melûk Nasir a yek ji beşdarên meşê ye wiha axivî: "Em îro derketin ji bo şermezarkirina binpêkirinên berdewam ên agirbestê, ji ber ku vê agirbestê tu xêrek ji me re neanî, qurbanî û kuştiyên me zêdetir bûn. Di dema agirbestê de balafirgeh hatin vekirin lê Taiz hê jî di bin dorpêç û moşekan de ye."

Ji bo parastina bajarê xwe dest bi meşê kirin

Mamoste Fatima Elî diyar kir ku tiştekî xwezayî ye jin ji bo parastina vî bajarê ku ji ber bêedaletî û dorpêçkirinê bi bandor bûye, derkevin vê meşê û wiha pê de çû: "Em vê neheqiya Neteweyên Yekbûyî û dewletên mezin red dikin û ev helwest nîşana wê yekê ye ku em ê li ser prensîba xwe bimînin ku axa me ya me bimîne û em neheqiyê û hebûna biyaniyan li ser axa xwe red dikin."

Rojnameger Şeyma Remzî jî wiha anî ziman: "Em ji bo şermezarkirina komkujiya ku di dema agirbestê de li taxa El-Rewda pêk hat, derketin û em daxwaza rizgarkirina bajêr û vekirina riyên sereke dikin."

Jinên beşdarî meşê bûn daxuyaniyek dan û tê de wiha gotin: "Em bang li nûnerên Neteweyên Yekbûyî li Yemenê Hans Grundberg dikin ku di şopandina cîbicîkirina biryarên Encumena Ewlekariyê yên têkildarî mijara Yemenê, temamkirina cîbicîkirina bendên peymana agirbestê û vekirina hemî riyên sereke yên naskirî li Taizê û parêzgehên din, bi berpirsyarî erkên xwe bi cih bînin."