Jinên Suweydayê: Xeta înternet û telefonê bi zanebûn hat qutkirin

Li bajarê Suweyda yê Sûriyeyê jinan diyar kirin ku di bin navê “dizî” de qutbûna xeta telefon û înternetê bi zanebûn hatiye kirin û daxwaz kirin ku demildest were sererastkirin.

ROCHELLE JUNIOR

Suweyda – Li bajarê Suweyda yê Sûriyeyê û gundewarên wê, ji ber dizîna kabloyên telefonê, xetên telefon û înternetê qut bûn. Çaresernekirina pirsgirêkê duh li ber avahiya Rêveberiya Ragihandinê hat protestokirin. Piştî çalakiya li wê derê welatî çûn Qada Karama û çalakiya xwe ya ku di 17’ê Tebaxa 2023’an de bi daxwaza başkirina şert û mercên jiyanê dabûn destpêkirin berdewam kirin. Jinên ku beşdarî çalakiyê bûn, têkildarî qutbûna înternet û telefonê ji ajansa me re axivîn.

‘Dizî hat organîzekirin’

Çalakvan Nisreen Al-Mulhim diyar kir ku telefon û înternet bi zanebûn hatiye qutkirin û destnîşan kir ku bi vê qutkirinê dixwazin gel ji çalakiyan dûr bixin û wiha berdevam kir: “Dizî hatiye organîzekirin. Ji bo ku tu diziyek wisa bikî divê  kabloyan bikşînî gelek kes hebin û divê ekîbek hebe. Ruxmê ku paketên înternetê biha bûne jî her roj qut dibe. Ez her dem yek ji wan kesa me ku li qada Karamayê cih digrim. Heya ku daxwazên me neyên bicihanîn dê çalakiyên me berdevam bikin.”

‘10 roj in em nikarin pêwendiyê daynin’

Rehab Kamal El-Din a ku tevli çalakiyê bûye got ku bi hinceta dizî hatiye kirin xeta telefon û înternetê qut bûye û wiha pê de çû: “Kabloyên telefon û înternetê bi zanebûn ji bo diziyê hatin birîn. Piştî hat qutkirin ekîbek pispor hat van kabloyan dizî. Zêdetirî deh roj in em nikarin bi telefonên sabît û înternetê pewendî daynin. Li hinek gundan 3 meh zêdetir e xetên sabît qut in.”

‘Daxwaza me tenê jiyana bi rûmet e’

Mai El-Cermanî diyar kir ku piştî pirsgirêka cereyan û avê niha jî pirsgirêkên înternet û telefonê hene û got: "Zêdetirî 3 meh in li Suweydayê ji ber xetên înternet û telefonê pirsgirêka pêwendiyê heye. Hinek gund nikarin têkiliyê deynin. Em pakêtên înternetê bi buhayê zêde dikirin lê nikarin bi kar bînin. Daxwaza me tenê jiyana bi rûmet e. Em dixwazin xetên telefonê bên sererastkirin û sûcdar bên girtin.”