Jinên Rojhilat bertek nîşanî darvekirinê dan û azadî ji bo Şerîfe Muhamedî xwestin

Jinên Rojhilat ji bo Şerîfe Muhamedî ya biryara darvekirinê lê hatiye birîn, li ser medyaya dijîtal dengê xwe bilind kirin û gotin: “Skandala di sîstema darazê ya Îranê de bi awayekî herî eşkere xwe dide der, ev cezayê bê maf divê demildest were xirakirin

Kirmanşan- Bertekên li dijî cezayê darvekirinê yê li aktivîst Şerîfe Muhamedî ya li girtîgeha Lakan a li bajarê Reşd tê girtin hat birîn zêde dibin. 14’ê Tîrmehê kampanyaya parastina Şerîfe Muhamedî hat destpêkirin. Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî û sendîkayên karkeran ên Fransa, Îtalya û Denîmarkayê, cezayê darvekirinê şermezar kirin û daxwaza xirakirina ceza kirin. 3 jinên aktivîst ên Kurd ên Rojhilat bi hastaga ‘ji darvekirinê re na’ wêne û peyam weşandin û xwestin cezayê darvekirinê yê li Şerîfe Muhamedî hatiye birîn were xirakirin û bê şert were berdan.

Peyamên ku ji aliyê jinan ve hatin parvekirin wiha ne: 

Aktîvîsta Kirmanşanê H.G: “Cezayê ku li Şerîfe Muhamedî hatiye birîn, tirsa rejîma Komara Îslamî ya Îranê ya li dijî tevgerên jin û aktivîstan nîşan dide. Em weke jinên Kurd piştevaniya Şerîfe Muhamedî û hemû jinên Gîlanê dikin. Skandala di sîstema daraza Îranê de, bi awayekî herî eşkere xwe dide der, ev cezayê bê maf divê demildest û bê şert were xirakirin. Divê aktivîsta bi rêz û aktivîsta sivîl  demildest were berdan.”

‘Biryara dadgeha Îranê bi temamî siyasî ye’

Aktîvîsta sivîl a Kirmanşanê B.K: “Biryara dadgeha Îranê bi temamî siyasî ye, bi tu awayî ne li gorî standartên hiqûqê ye. Li gorî standartên mafên mirovan li tu cihên cîhanê divê girtiyên siyasî nebin, baweriyên siyasî, xebatê protestoyên aştiyane divê ne sûc bin. Jinên bi ruûmet yên Gîlan her dem bûne qurbanên vê sîstema daraza ne serbixwe. Cezayê ku li Şerîfe Muhamedî hat birîn, tola hikumetê ya ji serhildana ‘Jin Jiyan Azadî’ ji gelê Gîlanê ye. Em jinên Kurd di van demên zehmet de, em ê li gel gelê Gîlanê bin.”

‘Divê ev ceza were rakirin û Şerîfe were berdan’

S.Z ya ji Sineyê: “Divê em jin bibin xeta hevgirtina gelê mezlum ê li Îranê, weke Gîlan Kurdistan û Belucistanê, ji bo vê tevgera bi şans ji bo piştevaniya hev derketin qadan… Em îlan dikin ku Şerîfe Muhamedî ne bi tenê ye û em hemû Şerîfe Muhamedî ne. Metirsiya ku gef li wê dixwe, di heman demê de gefa li dijî hemû jinan e. Cezayê darvekirinê yê li Şerîfe Muhamedî hat birîn, li dijî hemû jinên azadîxwaz e. Divê ev ceza were rakirin û Şerîfe were berdan.”