Tehliyeyên girseyî yên li Xezayê zexta derûnî û tirsandinê zêde dike

Hêzên Îsraîlê ji bo xelkê bakurê Xezayê derbasî aliyê başûrê Xezayê bibin zext û tirsandinê zêde dikin. Jin û zarokên Xezayê ên ku ji cîhê xwe bûne ji ber gefên Îsraîlê di bin zexta derûnî de dijîn.

NEXEM KERACE

Xeza- Êrîşên Îsraîlê li ser Xezayê ji 7’Cotmeha 2023’an ve bê navber berdevam dike. bi dehhezaran kesan ji ber êrîş û gefên Îsraîlê neçar man ji cîhê bibin. Ev hefteyeke hêzên Îsraîlê ji bo ku xelkê bakurê  Xezayê cîhê xwe biterikînin û derbasî aliyê başûrê Xezayê bibin gelek broşûran belav dikin û telefon dikin. Ev zext li ser derûniya zarok û jinan gelek bandora dike. Her wiha dibe sedema krîza alîkariya mirovî.

‘Jinên li Xezayê barê nakokiyan digrin ser milê xwe’

Rexde Hicazî dayîka 7 zarokan e çîroka ya şer wiha anî ser ziman: "ji dema hêzên Îsraîlê dest bi valakirina herêma me kirin em di navendên stargehan de dijîn lê heta niha em ewlehiyê hîs nakin. Beriya çend rojan hêzên Îsraîlê êrîşên bejahî li dijî herêmê pêk anî. Dema me ji bo rakirina pêdiviyên me nema. Em di bin top û guleyan de reviyan. Min her 7 zarokên xwe rakirin û reviyam bêyî ku zanibin ez ê ber bi ku ve herim. Em gelekî tirsiyan. Ji ber koçberî û bombebarana zêde min gelek azar kişandine. Ji tirsa êrîşî me bikin ez bi şev ranazêm. Ewlehî tune ye. Herêma başûr jî ne ewle ye eger ez û zarokên xwe herin wê derê em ê li kolanan bimînin.”

‘Em hewil didin zarokên xwe biparêzin’

Rexde Hicazî  di berdevamiya axaftina xwe de wiha axivî: “Derûniya zarokan gelekî xirab e. Êvara xwe bi girî û tirsê derbas dikin. Jin jî di nav kabûsan de dijîn. Em hewil didin di rewşên zehmet de parastina zarokên xwe bikin. Jinên li Xezayê barê herî giran ê nakokiyan hildigrin ser milê xwe. Her wiha ji bo malbatên xwe biparêzin li hember rûbirûbûyînên derûnî û fîzîkî dimînin.

‘Rewş ji rastiya ku cîhan dibîne hîn xirabtir e’

Semahir El-Belbîsî jî behsa tecrubeya xwe ya zehmet piştî koçberiya wê ji taxa El-Şucaiye kir û got: "Em ji taxa El-Şucaiye piştî gelek êrîşan koçber bûn. Min biryar da ez di bin fermanên hêzên Israîlê de tevnegerim ji ber ez ji koçberiya dewam westiyam. Cih nema em neçûnê. Ez neçar mam bi malabata xwe re bi mirinê re rûbirû bimînim rewş ji rastiya ku cîhan dibîne hîn xirabtir e. Li Bakurê Xezayê şerê qirkirinê heye. Jin li vê derê gelek zehmetiyan dibînin. Em di tirseke berdewam de dijîn. Em nikarin ewlehiyê ji zarokên xwe re peyda bikin. Em nizanin çi di kîjan kêliyê de çêbibe. Em westiyan e. Dawiya vê kabûsê nayê. Pêwîstiya zarokan bi cihekî ewle heye. Her tişt li dora me xirabe ye.

‘Êdî rewş nayê tehmulkirin’

Semahir El-Belbîsîdi berdevamiya axaftinên xwe de got ku her cara dengê topan tê wan  gelek ditirsinû wiha xwê de çû: “Dema em balafiran li asîman dibînin xwîn di laşê me de disekine. Zarok xwe di bin maseyan û qorziyan de vedişêrin. Digîrîn û diqîrin. Rewş nayê tehmulkirin. Em her rojekê jiyan dikin mîna ku roja dawî ye. Em hewil didin hevgirtina malbatê biparêzin û baldariya pêwîst bidin zarokan. Gelek ji me hevjînên xwe yan jî endamên malbata xwe winda kirine. Em niha berpirsyariyê radikin û pêwîstiya me bi ewlehî û aramiyê heye lê diyar e ev xeyalek  dûr e".