Ji jinên Qamişlo banga têkoşîn û berxwedanê

Jinên ji bajarê Qamişloyê li dijî êrîşên dewleta tirk li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bertek nîşan dan û gotin; “Em bi tang û topan nayên tunekirin. Em dev ji axa xwe bernadin, em li ser piyan e û di her gavê de têkoşîn û berxwedan heye.”

EBÎR MUHEMED

Qamişlo – Dewleta tirk saetên şevê di 19’ê Mijdarê de bi riya  balafirên şer êrîşî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Kobanê, Dêrik, Şehba, Dirbesiyê, Şera, Zirganê kir û bi dijwarî ev bajar bombebaran kirin. Di encama êrîşên dewleta tirk de yek jê rojnamegerê ajansa ANHA’yê, 14 welatiyan jiyana xwe ji dest dan, gelek kes birîndar bûn. Li bajarê Qamişlo- Bakur û Rohilatê Sûriyeyê li dijî êrîşan bertek, îsrar û berxwedana xwe nîşan dan.

 ‘Hûn nikarin me tune bikin’

Sediya Hisên ji Kolana Hilêliyê ya bajarê Qamişlo- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya ku li ser xeta sînor e destnîşan kir ku Kurd bi hedefgirtinan nayên tunekirin û wiha pê de çû; “Malên me li ser xeta sînorê di navbera Rojavayê Kurdistan û Bakurê Kurdistanê de ne. Dewleta tirk a dagirker bi hinceta ku xeta xwe ya sînor diparêze, êrîşên xwe li ser me zêde kiriye, di encamê de sivîl û hemwelatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jiyana xwe ji dest didin. Bi hezaran jin û xortên me şehîd bûn ji ber hovîtî û êrîşên Tirkiyeyê yên faşîst û dijmirovî. Em ji axa xwe dernakevin, eger em canê xwe jî feda bikin, em teslîmê dewleta tirk nabin. Em li ser axa xwe ne, dagirkeriya tirk nikare mafê me yê rewa ji dest me bigre. Her dem dixwazin me tune bikin lê bila baş bizanibin ku Kurd wekî bizrên kulîl in û tu car nayên tunekirin. Em li her deverê ne, em bi kuştin û hedefgirtinê xilas nabin.”

‘Banga me ji bo pêkhateyan hevgirtin e’

Resmiya Mihemed ji gundê Cirnikê yê bajarê Qamişlo- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku ew jî li ser xeta sînor dijî, bang li pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir ku bibin yek û hevgirtî bin û wiha axivî; “Em tevahî cîhanê şermezar dikin li ser bêdengiya wan a li hemberî êrîşên dewleta tirk li ser herêmên Rojavayê Kurdistanê. Ji ber ketina me di xeta sînor de, ev yek dihêle ku jiyana jin û zarokan di xeterê de be ji ber ku dewleta tirk êrîşên hov pêk tîne. Banga me ji bo hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ew e ku hevgirtî bin û ji bo binxistina planên dagirkeriyê têbikoşin.”

‘Dê serkeftin bi destên jinan pêk were’

Resmiya Mihemed bal kişand ser hedefgirtina jinan di her êrîşa hov de her wiha teqez kir ku dê bi vîna jinan bi ser bikevin û wiha got; “Careke din jinên me yên pêşeng bi destên faşîzma Tirkiyeyê şehîd bûn, em bi tundî êrîşên dewleta tirk a dagirker ên sîstematîk û plankirî yên li ser jinan şermezar dikin û qebûl nakin. Bila Erdogan bizanibe ku em wekî jin dikarin cihê xwe di her derê de bigrin. Em ê bi jinan bi serbikevin, vîna me nayê şikandin dê jin bibin bombe û di sînga dijmin de xwe biteqînin.”

‘Em dev ji welatê xwe bernadin’

Helîma Ebdulrehman diyar kir ku her çiqas êrîşên li ser wan pêk werin dê ji axa xwe dernekevin û got;  “19’ê Mijdarê di saetên êvarê de dewleta tirk bi balafirên şer êrîşê bajarê Kobanê, Şehba, Dirbêsiyê û Dêrikê kir. Heta vê kêliyê bi dehan kesan jiyana xwe ji dest dan û birîndar jî hene. Dewleta tirk dixwaze em ji axa xwe derkevin û van herêman jê re vala bikin da ku bi rehetî çeteyên xwe di wan de bi cih bike. Em jî dibêjin ku ev ji wan re xewnek e û pêk nayê. Em dev ji welatê xwe bernadin, tirsa me ji tu kesî tune ye. Hêz û îradeya me ji hovîtiya wan mezintir e. Bi hemû şêwazan dixwaze şerê taybet li ser me bide meşandin, dixwaze ku tirsê bixe dilê gel lê îradeya me ji van hemû planan bi hêztir e.”

‘Di her gavê de berxwedan’

Helîma Ebdulrehman bêdengî û dirûtiya welatên cîhanê li hemberî hovîtiya Tirkiyeyê şermezar kir, her wiha destnîşan kir ku dê di her kêliyê de berxwedaniyê bikin û wiha dawî li axaftina xwe anî; “Dewletên wekî Emerîka û Rûsyayê heta roja îro tiştek ji bo vî gelî nekirine, dibêjin ku ew hevalbendên me ne lê di rastiyê de ne wisa ye. Heta vê kêliyê van dewletan tu bertek nedane nîşandan, em van kiryaran bi tundî şermezar dikin. Kesên bêsûc û bêguneh tên hedefgirtin. Em ê têkoşîna xwe li hemberî vî şerî xurtir bikin, di her gavê de em ê berxwedaniyê bikin ji zarokan heta kal û pîran em ê li ser piyan bin.”