Ji konferansa jinên ciwan banga têkoşînê

Tevgera Jinên Ciwan a Mexmûrê 4’emîn Konferansa xwe li dar xist. Jinên ciwan ên beşdarî konferansê bûne li dijî her cure êrişên li ser jinê banga bilindkirina têkoşînê kirin.

NÛPELDA DENÎZ

Mexmûr – Li wargeha penaberan a Mexmûrê, bi dirûşmeya “Wekî jinên ciwan bi rihê serhildana demê, em ê tecrîdê parçe bikin, şoreşa jin ava bikin” 4’emîn Kongreya Tevgera Jinên Ciwan duh hat lidar xistin. Kongre bi tevlibûna 300 delegeyan li salona Konferansê ya Mexmûrê pêk hat. Salona Konferansê bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, gerilayên HPG yên ku di êrişa çekên kîmyewî de jiyana xwe ji dest dan, Nagihan Akarsel, Jîna Emînî û wêneyên gelek jinên Kurd ên şoreşger hat xemilandin. Ji şengalê jî komek jinên ciwan bi cilên xwe yên gelerî cihê xwe di kongreyê de girtin. Beriya axaftina vekirinê ji bo tevahî şehidên şoreşê deqeyek rez hat girtin. Axaftina vekirinê ya kongreyê ji aliyê Endama Tevgera Jinên Ciwan Kajîn Ozek ve hat kirin.

Kajîn Ozek di destpêka axaftina xwe de hemû pêşengên şoreşa Kurdistanê bi bîr anî û wiha axivî: “Em destpêke hemû şehidên Kurdistanê bi bîr tînim û bejna li hemberê wan ditewînin. Xêrhatina hemû delegeyan dikim. Di pêvajoyek wiha giran de ji bo em bibin bersiva êrişên li dijî gelê Kurd kongreya xwe pêk tînin. Hêza jinê heye ku xwe biparêze, xwe birêxsitin bike û civakê bi rêve bibe. Ji ber vê jî yên ku her tim destpêke tên armanc girtin, qetilkirin, tê xwestin bên tunekirin jin e. Lê îro jinên cihanê bi pêşengtiya jinên Kurd bi diruşmeya “Jin, Jiyan, Azadî” hebûna xwe didomînin.”

Piştî axaftina vekirinê kongre bi hilbijartina dîwana konferansê dest pê kir. Kongre piştî nîvro bi xwendin û nîqaşan dom kir û her wiha sînevîzyonek jî hat temaşekirin.

‘Divê her jinek ciwan xwe birêxistin bike’

Endama Tevgera Jinên Ciwan û endama amedekariya kongreyê Şevîn Taş derbarê kongreyê de ji ajansa me ra axivî û wiha got; “Ez 4’emîn Kongreya Tevgera Jinên Ciwan li Rêber Apo, gerilayên çiyayên azad û jinên ciwan pîroz dikim. Armanca kongreyê me ew e ku em jinên ciwan li kolanan, li mal, dibistanan li ku dibe bila bibe bikarîbin birêxistin bikin. Li gorî pêvajoyê em neçarin ku her jinek ciwan xwebirêxistin bike. Ji ber ku êrişên tên kirin bi taybet li ser jinên ciwan tê meşandin. Divê erk û berpirsyariyên dikeve ser milê me pêkbînin. Ger her jina ciwan xwebirêxistin, perwerde bike û li hemberê tiştên tê jiyîn bi bertek bin û derdorê xwe birêxistin bike em ê li gorî pêvajoyê xwe azad bikin û azadiya gelê bidestbixin. Kongreya me bi tevlîbûna 300 deleyan hat li dar xistin û herwiha jinên ciwan ya şengalê jî tevlibûna xwe pêkanîn û peyame xwe ragihandin. Wek jinek ciwan ez bang li hemû jinan dikim ku her jinek ciwan çi erk dikeve ser milê wê pêkbîne. Ji ber vê jî divê xwebirêxistin û perwerde bike ku bikaribe xwe di warê fikir de azad bike.”

‘Ev kongrê ji bo êrişên dijmin bersiv dayînekî herî mezin e’

Yek ji jinên ciwan ya Şengalê Hele Şengal 4’emîn Kongreya Tevgera Jinên Ciwan li hemû jinên ciwan pîroz kir û wiha axivi; “Em wek jinên ciwan ên Şengalê, ji bo beşdarbûna 4’emîn kongreya Tevgera Jinên Ciwan a Mexmûrê hatine vir. Em vê kongreyê jinên ciwan ên Mexmûrê pîroz dikin. Em ji pêkhatina kongreyê gelek keyfxweş in. Ji ber ku ev kongrê ji bo êrişên dijmin bersivdayînekî herî mezin e. Di pêvajoyek wiha de li dar xistina kongreyêk wiha cihê şanaziyê. Wek jinen ciwan ên Şengalê peyama me ji bo jinên ciwan ên Mexmûrê ew e ku xweperwerde kirin, xwebirêxistin kirin da ku jin bi hêz û bi îrade bibin.”