Jinên Misrî: Zagon têr nakin divê civak hişyar û zana be

Jinên Misirê bal kişandin ku li dijî şîdeta li ser jinan cezayên ku tên dayîn kêm in û diyar kirin ku ji ber kiryar tên parastin û çanda civakî ya ji vê yekê agahdar be tune ye; divê xebatên ji bo şiyarî û zanebûna civakî werin kirin.

ASMAA FATHÎ

Qahîre – Li Misirê li dijî şîdet û binpêkirinên li ser jinan her çendî mekanîzmayên zagonî hebin jî bes nîn in. Ji ber ku jin tevî şîdet û nêzikayên din, di nava civakê de jî rastî nêzikahiyên nebaş û demxekirinê tên. Parêzara Dadgeha Bilind Doha Omran, bal kişand ku di civakeke ku her cure şîdeta li ser jinan didome de, bandora zagonên heyî nemaye.

‘Kiryar ji aliyê civakê ve tên parastin’

Doha Umra diyar kir ku ew jinên li dijî binpêkirinan doz vekirine diparêzin û bal kişand ku ligel şîdet ku rast tê jin ji aliyê civakê ve jî tê demxekirin. Doha Omran got: “Bi taybetî jinên ku li gundan an jî taxên xizan dijîn, zêdetir rastî vê rewşê tên. Gelek jin ji tirsa temxekirina civakê, neçar dimînin şîdeta ku li wan tê kirin veşêrin.”

Doha Omran, diyar kir ku ger zagon were pêkanîn dê pêşî li şîdeta li ser jinan were girtin û got ku pirsgirêka esasî parastina kiryar ji aliyê civakê ve ye. Doha Umran bal kişand ku der barê sûcên li dijî jinan tên kirin de divê hişyariya civakî çêbibe û wiha domand: “Hema bibêje her roj li kolanan li dijî zarokên keç û jinan êrîş çêdibin. Jin û zarok dema ku hewl didin vê rewşê vebêjin dikevin stresê. Bi taybetî kesên li derdorê divê di vê mijarê de hişyar bin û van tevgeran asayî nebînin.” 

‘Di raya giştî de hişyarî çêbûye’

İkram Mahmoud, a ku ji bo jinan dixebite jî bal kişand ku raporên têkildarî binpêkirinên mafên jinan ên ku tên amadekirin, gelek ji wan cidî nayên girtin. Îkram Mahmoud diyar kir ku jin her roj li kolanan rastî tacîzê tên, ligel cezayan bal kişand ser girîngiya xebatên hişyariyê. Îkram Mahmoud, bal kişand ku êrîşên weke tacîz û destdirêjiya li ser jinan bandorên xirab ên ku derbas nabin dihêlin û wiha got:

“Sûcê sinetkirina jinan (astengbûna genîtal) ji ber ku nayê îxbarkirin, bi awayê veşartî didome. Mirov newêrin îxbar bikin. Divê li dijî vî sûcê di civakê de xebatên hişyariyê çêbibin, xeterên sinetkirina zarokên keç û jinan bi hûrgilî werin vegotin.”

‘Nehiştin kiryar ceza bigre’

Jinên ku rastî tacîzê hatine ji bo ewlehiya xwe nave xwe nedan ji ajansa me re axivîn. Jineke ku li kolanê rastî tacîzê hatiye got: “Dema li kolanan dimeşiyam rastî tacîzê hatim û min bertek nîşan da. Çûm qereqolê min gilî kir, min kiryar teşhîr kir lê civak bû asteng û nehiştin ku kiryar ceza bigre. Vê yekê jî xeyalên min şikand.”

‘Tenê biryara parastinê hat dayîn’

Jineke din jî diyar kir ku berê jî rastî tacîzê hatibû, dizane ku gilîkirina tacîzkaran bê feyde ye û got: “Mêrekî min aciz dikir, dişopand. Diviyabû min îsbat bikira dixwaze çi bike. Min gilî kir, der barê wî de lêpirsîn hat destpêkirin lê tenê biryara parastinê dan.”

Jineke din jî diyar kir ku divê der barê şîdeta li ser jinan de di nava civakê de hişyarî çêbibe û got: “Divê civak tacîzê tiştek xirab bibîne û nepejirîne. Mirov nikare mafên xwe bi tirs, teredut û gefan bi dest bixe.”