Jinên li Başûrê Kurdistanê li hemberî komkujiya Zaxoyê helwestên xwe anîn ziman

Balefirên dewleta tirk a dagirker dûh herêma keştiyariyê ya gundê Perex ya Zaxo topbaran kir û ji ber vê êrîşê 9 kes jiyana xwe jidest dan. Jinan li hemberî vê yekê destnîşan kirin ku sedem bê helwestbûna berpirsên heremê ye.

Navenda Nuçeyan - Dûh piştî nîvro dewleta tirk a dagirker herêma geştiyariyê ya gundê Perex ya girêdayî Zaxo topbaran kir û 9 kes jiyana xwe jidest dan û 23 kesên din jî bi giranî birîndar bûn.

Êrişên dewleta tirk bû sedemên nerazîbûnên berfireh yên hemwelatiyan, li Iraqê xwepêşandan destpêkir û xwepêşanderan berê xwe dan ber deriyê sefaretxaneya Tirkiye û ala dewleta tirk anîn xwar û li gelek cihên din jî çalakî hatin lidarxistin. Hêzên siyasî yên Iraqê bal kişandin li ser dagirkeriya dewleta tirk û ragihandin ku divê hikumeta Iraqê helwestek cidî li hemberî dewleta tirk nîşan bide.

Jinên çalakvan derbarê vê êrîşê de nerazîbûnên xwe diyar kirin

Çalakvan û rojamevan Bêrîvan Mehemed derbarê êrîşa ku li Zaxoyê ji aliyê dewleta tirk ve hat pêkanîn di malpera xwe ya fermî ya tora dîjîtal de êrîşê şermezar kir û got: “Ev komkuji ne tenê bi destê dewleta tirk hatiye pêkanîn, dewleta tirk û hikumeta herêmê bi hev re ev komkujî pêkaniye. Dewleta tirk bi êrîşên hewayî û hikumeta herêmê jî bi belavkirina nuçeyên çewt êrîş dikin. Armanca serek ya vê êrîşê û komkujiyê ew e ku ew aliyan heta vê qonaxê li Iraqê neketine pey pilanên faşistên Tirkiye yên li dijî PKK’ê. Di xwazin vê êrîşê bixin li ser stuyê PKK’ê, bi taybet hemwaltiyên Ereb qetil kirine. Hemû hevkarên vê pilanê ne, weke Viyan Daxil li parlementoyê gotibû bila hemû bi hevre şerê PKK’ê bikin. Dibe ku eve li hevkirinek di navbera Rusya, Tirkiye û Îranê ya li ser herêmê be. Plana komkujiya mixabin bi ser ket û gelek mirov bûn qûrbanî, mirov dikare bêje siyaseta binemala Barzan û hikumetê bi nîsbeta gelê Kurd bi taybet Başûrê Kurdistanê xwekujî ye, gelê me zeremendê yekem e.”

Bi çekên Tirkiye hatin qetilkirin

Parêzer û endama Encûmena Tevgera Azadî Çirû Hisên Şiwanî jî got: “Helwesta hemwelatiyên Iraqê ya li hemberî topbarana Tirkiye li ser herêma geştiyariyê ya Zaxo hatî encam dan hemwelatiyên sivil ku piraniya wan Ereb bûn, sefaretxaneya Tirkiye girtin û ala Tirkiye anîn xwar. Li gel me jî li herêma Kurdistanê desthilata Kurd li şûna şermezarkirina êrîşên dewleta tirk dibêjin ji aliyê balafirên bê mirov ve bû, lê belê vê şermizariyê diveşêrin û aliyên Kurd tometbar dikin. Bêdengî û bê helwestiya aliyên Kurd ên herêmê û bi taybet desthilata Kurd li hemberî vê êrîşa bê şermane ya dewleta faşist a tirk şermek mezin ya şermezariyê ye.”

Topbarankirina seyrangeha Dihok pêşdîtinek metirsiyê ye

Endama dema berê ya parlementoya Iraqê Bilêz Cebar Fermandi derbarê êrîşên dewleta tirk de wiha got: “Tirkiye dixwaze şerê di nava welatê xwe de bîne herêma Kurdistan, bi van hêcetan jî  dixwaze xaka herêma Kurdistanê dagir bike. Topbarana seyrangehê Dihok pêşditînek metirsîdar e. Lê belê helwesta waliyê Dihokê cihê balkêşiyê ye! Her wiha hinek ji berpirsên nêzî topbaranê bi gotinan daxwaza lêkolînê kirin û nezanîna xwe li beramberî encamdaran didin diyarkirin. Tu aqil û mantiqek nizanin ku kê ev tewan û topbaranê encam daye? Ev bê agahî û helwesta şermane ya berpirsên herêmê di dawî de wê serê herêmê bixwe, berpirsên herêmê nekarine gendeliyên ku hene û qaçaxçiya ku heye, lê belê bê agahîbûna xwe tewanbaran di veşêrin. Rojane herêmên me tên topbaran kirin û daristanên me tên şewitandin û hemwaltî şehîd dibin û berpirs ji vê bê agahiye ku kê encam daye.”

Ji ber şehîdkirina geştiyarên Ereb, li Necef hemwelatiyan êrîşî ser sefaretxaneya vize kirin û ala Tirkiye anîn xwar. Li gelek bajaran xwepêşanda hene, gelo li herêmê çi kirin?”