Jinên ku guh nedan qedexeya Talîbanê Newroz pîroz kirin

Jinan li Efganistanê guh nedan qedexeya Talîbanê, li parkan û cihê qadên geştiyarî cejna Newrozê pîroz kirin.

BAHARAN LAHIB

Navenda Nûçeyan– Newroz, ji bo gelên Asya û Bakurê Afrîkayê cejneke kevnar e. Gelê Afganistanê jî her sal Newrozê ji bo xwe wekî serê salê dibîne, ji bo ku ew sal bi berhem, bereket û xweş derbas bibe, bi coşeke mezin pîroz dike.

Gelê Afganistanê bawer dike ku roja Newrozê çûyîna cihên şînahî, tevahiya salê, mirov wekî wê xweşikbûna biharê û şînahiyê zindî dihêle û roja Newrozê berê xwe dide cihên şîn û geştiyariyê. Ji bo Newrozê cilên nû li xwe dikin, ji çend roj berê ve xwarin tên amadekirin. Şêrînahiya bi navê samnak ku di çanda gelê Afgan de heye li her malê tê çêkirin.

Gotibûn Newroz ‘guneh e’ û qedexe kiribûn

Talîbana ku Newrozê û cejnên wekî wê wekî “guneh” didît û qedexe dikir, piştî ku di sala 2021’ê de bû desthilatdarî nehişt Newroz were pîrozkirin. Sedema bingehîn a vê qedexeyê jî ew bû ku gel ji cewher û çanda xwe dûr bikeve, bê bîr bimîne. Her ku Talîban hewl dide xwe wekî destpêka dîrokê bide nîşandan, rastî girêdana gel a bi nirxên civakî tê.

Jin û ciwanan peyama ‘berxwedan didome’ dan

Komek jinên Afgan û ciwan, pîrozbahiyan li dar xistin û di medyaya dîjîtal de parve kirin. Bi vê yekê peyam dan ku ew teslîmê Talîbanê nebûne û berxwedana wan didome. Tevgera Jixweber a Jinên Afganî (Spontaneous Movement of Women Activists in Afghanistan) Newrozê bi coşeke pir mezin Newrozê pîroz kir, biryardariya ji bo têkoşînê anî ziman.

Jinan guh neda qedexeyan berê xwe dan parkan

Yek ji bajarê Efganistanê yê Newroz bi coş lê hat pîrozkirin Bamyan bû. Her çendî wekî demên berê bi coş nebe jî, şêniyên bajarê berê xwe dan park û qadên geştiyariyê geşt kirin û kêfxweş derbas kirin. Li bajarê ku gelek kesên wê di warê aborî de bi zorê debara xwe dikin, zêdetir kes çûn parkên lîstikên zarokan. Parkên ji bo zarokan (luna park) beriya demek ji bo jinan hatibû qedexekirin lê jinan tevî vê qedexeyê jî berê xwe dan wan parkan.

Yek ji jinên ku Newrozê li parkê pîroz kir Noorjan Brat bû. Wê got ku ew bi xwe ji bajare Ghorê ye û ji ber sedemên aborî koçî Bamyanê kiriye. Noorjan Brat, diyar kir ku 3 zarokên wê hene, ji bo wan hatiye parkê û Newroz pîroz kiriye, hevala xwe Fazileh Gol-Ahmad nîşan da û got ku ew dixwazin li ser şînahiyê rûnin derdên xwe ji bîr bikin.

Noorjan Brat herî dawî xwest îsal ji bo gelê Efganistan bi xwe re aştî û bereketê bîne.