‘Di zagonên dewletê de êrîşek bîrdozî li dijî jinan heye’

Endama Rêveber a Komeleya Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê Evîn Cuma êrîşên desthilatdariyê li hemberî hebûn, nasname û îradeya jinan nirxand û got ku dewlet bi riya zagonan hebûn û nasnameya jinan qir dike.

VIYAN AMED

Qamişlo- Pergala modernîteya kapîtalîst xwe li ser tunekirina civakê ava dike û pergala takekesî rewa dike. Her wiha bi tunekirina nirxên jinan pergala xwe ya dewletperest, zayendperest, olperest û netewperest ava dike û xwe li ser civaka exlaqî û polîtîk ferz dike. Bi riya qanûnên dewletê fikir û fizîka jinan tune dihesibîne û wan qir dike. Têkildarî vê mijarê Endama Rêveber a Komeleya Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê Evîn Cuma nêrîna xwe anî ziman.

'Jin sembola aştî û zanistê ne’

Evîn Cuma dijminatiya hişmendiya mêr-dewletê li dijî jinan wîha pênase dike: "Dewlet li ser bingeha desthilatdariyê hatiye avakirin. Ji lewre dixwaze her dem li gorî berjewendiyên xwe civakê bi rê ve bibe. Ji bo ku civakê bixe bin serweriya xwe pêşeng û afrîneriya civakê, jinan armanc digire. Di kesayeta wan de rêxistinbûn û perwerdekirin heye her wiha jin pêşeroja xwe tîne cîhanê û perwerde dike. Ev afrîneriya jinan ne li gorî dewletê ye, ji lewre jinan li gorî berjewendiyên xwe bi kar tîne. Jin sembola aştî û zanistê ne lewre dewlet jinên azad li dijî berjewendiyên xwe dibîne û her dem dixwaze wan bixe kole.”

'Pergala dewletê li dijî hebûna jinan e'

Evîn Cuma êrîşên li dijî jinan wiha dinirxîne: "Pergala dewletê bi hemû hêza xwe êrîşî hebûn û nasnameya jinan dike. Her wiha bi zagonên xwe pîvanên ol, orf û adetên civakî li ser wê ferz dike û  bi vê re êrîşî vîn û îradeya jinan dike. Jin wek namûsa civakê tên ditîn û di her warî de tên fetisandin. Reng û dengê wan bi çarşafên reş tê nixumandin, daxwaz û nêrîne wan tê qedexekirin. Di heman demê de pergala dewletê bi zagonên xwe jinan qetil dike. Dewlet ji bo meşandina pergala xwe mêran di warê dijminahiya jinan de perwerde dike û ev feraset di cîhanê de bi rê û rêbazên cuda tê meşandin.”

'DAIŞ û hêzên Talîbanê berheme feraseta mêr-dewletê ne'

Evîn Cuma da zanin ku feraseta dewletê çeteyên mîna DAIŞ û Talîbanê afirandiye û wiha got: "Çeteyên DAIŞ û Talîbanê berhemên feraseta mêr-dewletê ne. Ew hêzen teror bi taybetî li diji hebûn û nasnameya jinên azad hatiye avakirin. Çeteyên DAIŞ’ê û Talîban ji ber feraseta mêr-dewletê hatine avakirin, bi tu awayî mafên jinan ên jiyanê qebûl nakin û bi dijminatiyeke mezin nêzî wan dibin. Dewlet dixwaze bi riya van çeteyan êrîşî me bike û civakê bitirsîne. Ev siyaseta qirêj bi taybetî li Rojhilata Navîn tê bikaranîn. Li deverên din ên cîhanê jî bi riya azadiya takekesî û cinsî dixwaze jinan ji hebûn û nasnameya wan a azad dûr bixe.”

‘Dewlet bi riya zagonan jinan qir dike’

Evîn Cuma diyar kir ku dewlet bi zagonan rê li ber qetilkirina jinan vedike û wiha domand: “Li Kurdistanê jin bi riya zagonên dewletê tên qetilkirin, rastî tecawiz, îşkence û girtinê tên. Di hişmendiya dewletê de zewaca bi temenê biçûk bi her awayî rewa tê nîşandan, ev yek polîtîkayek taybet li dijî hebûna jinan e. Di heman demê de qetilkirina jinan bi riya zagonan rewa tê dîtin ku di şexsê Jîna Emînî de hemû cîhanê vê yekê dît. Li Bakurê Kurdistanê jî bi riya zagonan bi hezaran jin tên girtin û di zindanan de rastî îşkence û tundiyê tên. Gelek jin hene ku ji aliyê polîs û pisporên dewletê ve rastî destdirêjiyê hatine û gelek ji wan hatine qetilkirin, ango dawî li jiyana xwe anîne. Li Başûrê Kurdistan û Sûriyeyê jî zewaca di temenê biçûk de û sinetkirina keçan rewa tê nîşandan. Ev êrîşên hov hemû jî bingeha xwe ji zayendperestî û hovîtiya dewletê digrin.”

‘Hevgirtin û yekitiya jinan dê bi ser bikeve’

Evîn Cuma destnîşan kir ku hevgirtin û yekitiya jinan ew ê pergala desthildariyê birûxîne û wiha bi dawî kir: "Welatê me di bin desthilatdariyê de ye û jin rastî tundiyê tên lê jin xwedî helwest in û tu desthilatdariyê li ser xwe qebûl nakin ji lewre dema ku jinek li hember desthilatdariyê serî hilde rastî êrîşên dagirkeriyê tê. Ev êrîş polîtîkeyeke taybet a desthilatdariyê ye. Bi zanebûn di nava civakê de bê bawerî û bê zanistiyê ava dike û xwe bi rêxistin dike. Lê jin xwedî îrade ne û bi dirûşma ‘Jin jiyan azadî’ li hemberî hemû zilmê têdikoşin û civaka demokratîk ava dikin. Hevgirtin û yekitî dê jinan bi ser bixe.”