Li Sudanê serê her seatê 7 zarok jiyana xwe ji dest didin

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî diyar kir ku hejmara kesên di pevçûnên ku li Sûdanê dewam dikin de jiyana xwe ji dest dane derket 551’an. Di 11 rojên destpêkê yên şer de serê her seatek 7 zarok jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Nûçeyan – Li Sudanê pevçûnên di navbera artêşê û Hêzên Piştgiriya Lez de 15’ê Nîsanê destpê kiribûn, tevî biryara agirbesta ku di 4’ê Gulanê de hatibû ragihandin û wê 7 rojan dom kiriba jî li paytext Xartûm, Ombûrdman û Behrî berdewam dike.

Hejmara kesên ku jiyana xwe ji dest dane derket 551’an

Li gor nûçeya di Gazete Duvar de cih girt; Bi moderatoriya Berdevka Neteweyên Yekbûyî Alessandra Vellucci, li Ofîsa Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê ya li Cenevreyê civîneke çapemeniyê hat lidarxistin. Berdevka Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê Margaret Harris di civînê de axivî û diyar kir ku hejmara kesên di pevçûnên ku li Sûdanê berdewam dikin de jiyana xwe ji dest dane derket 551’an û 4 hezar û 926 kes jî birîndar bûne.

'Rewşa xizmetên tenduristiyê her ku diçe xerabtir dibe'

Margaret Harris, diyar kir ku di pevçûnan de 28 êrîş li saziyên tenduristiyê hatine kirin, di van êrîşan de 8 kes mirine û 18 kes jî birîndar bûne. Margaret Harris destnîşan kir ku ji sedî 16 navendên tenduristiyê yên li welat dikarin xizmetê bidin û ji sedî 6 navendên tenduristiyê yên li paytext Xartûmê dikarin dixebitin.

Margaret Harris da zanîn ku li Sûdanê di warê xizmetên tenduristiyê de rewş xerab bûye û wiha got: "Dema ku mirov birîndar bibin ji bo dermankirinê dê biçin ku derê? Ji sedî 25 mirovan ji ber ku xwîna wan nayê sekinandin dimirin. Ev destwerdana lezgîn e ku bi hêsanî dikare bê kirin. Mirinên bi vî rengî nayên qebûlkirin."

UNICEF: Serê her seatek 7 zarok jiyana xwe ji dest didin

Berdevkê Fona Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) James Elder got ku mirina zarokan li Sûdanê ji destpêka şer û vir ve gihiştiye asta metirsîdar. James Elder bal kişand ku di navbera 15 û 25’ê Nîsanê de 190 zarok hatine kuştin, hezar û 700 zarok jî birîndar bûne û wiha got: "Hat ragihandin ku li Sûdanê di 11 rojên ewil ên pevçûnan da di saetekê de 7 zarok hatin kuştin û birîndarkirin."