Şervanên jin ên YPJ’ê: Em bi rêwîtiya xwe serbilind in

Şervanên jin ên 11’emîn salvegera YPJ'ê pîrozkirin, wiha gotin: "Em bi rêwîtiya xwe û asta ku me gihîştin serbilind in û tevî hemû zehmetiyan jî tişta ku me destpêkiriye, hêj didomînin.”

SÎLVA Al-ÎBRAHÎM

Minbic – Endamên Meclîsa Leşkerî ya Jinê ya Minbicê, bi boneya 11’emîn salvegera damezrandina Yekîneyên Parastina Jin (YPJ), ji ajansa me re axivîn.

Yek ji şervanên jin Solîn Efrîn, diyar kir ku piştî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk di 18’ê Adara 2018’an de destpêkir, ji Efrînê koçî Minbicê bûne û da zanin nêzî salek berê tevlî Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bûye.

Solîn Efrîn, wiha axivî: “Min ji hêz û îradeya şervanên jin ên xwedî fikra azad bandor bûm, tişta ku bû sedem ez beşdarî nava refên leşkerî bibim û kesayetek xurt a li ser rêgez û armancan ji bo berjewendiya civakê dixebite ava bikim. Armancên min ên ewil parastina civakê, rizgarkirina bajarê xwe ya di bin dagirkeriyê de û guhertina feraseta civakê bû. Di navbera jiyana di nava artêş û jiyana civakî ya jinê de ferqek heye, artêş derfet dide jinê ku nêrîna xwe îfade bike, kesayetiya xwe û jêhatibûna xwe ya biyardayinê ava bike, lê jinên di civakê de ji bilî tundiya ji ber otoriteya aşîret, malbat û hevjin, dibin mexdûrên adet û kevneşopiyên kevnar. Ev feraseta kûr, kesayeta jinê qels dike û jinê tîne rewşa pasîf ku ji îradeya xwe bêpar.”

'Beşdarbûna min a Meclîsa Leşkerî ya Minbicê min pêşxist’

Solîn Efrîn, der barê têgeha azadiyê de jî wiha got: “Gelek kes têgeha azadiya jinê şaş pênase dike, lê azadiya ku em hewl didin xwe bigihînin azadiya fikir û îrade ku civaka me diparêze, civaka me ji şaşitiyan rizgar bike ye. Beşdarbûna min a Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bandorek erênî li kesayetî û hebûna min kir, ji ber ku wêrekiyek xurt pêşkêşî min kir.”

Bi hezaran jin beşdarî nava refên YPJ'ê bûn

Yek ji şervanên Meclîsa Leşkerî ya Jinê Elam Minbic jî wiha got: "Me têkildarî artêşbûna jinan de gelek tişt bihîst, lê heta pêngava rizgarkirina Minbicê, me ev yek li qadanê nedît. Bi hezaran jin, weke şervanek bihêz a YPJ'ê birêxistinbûn û beşdarî rizgarkirina bajarê me bûn. Çeteyên DAIŞ'ê jiyana jinan veguherand taritiyê. Tiştên ku çeteyan ji jinan re dide ferz kirin, rastiya civaka me nîşan nade. Gelek jin bûn mexdûrên îdeolojiya tundrew ê DAIŞ’ê û dotmama min jî yek ji wan kesen bû. Dema DAIŞ’ê di meha Remezanê de bajar dorpêç kir, dotmama min a xwest bi zarokê xwe yê biçûk av bîne, bi hinceta ku cil û bergê şerîatê li xwe nekiriye, bi awayekî hovanê hat qetilkirin.”

'Rizgarkirina jinan yek ji armancên ewilê ku me gihand hev’

Elam Minbic got, "Çeteyên DAIŞ'ê hewl dan min bi darê zorê bi fermandarek xwe re bizewicînin, lê min qebûl nekir" û wiha doman: “Qetilkirina dotmama min û tiştên min jiyan kir, bûn sedem ku ez beşdarî Meclîsa Leşkerî ya Jinê bibim. Min şervanên mîna Kojrîn û Rojbîn Ereb ên di operasyona rizgarkirina Minbicê de gihiştin şahadetê mînak girt. Ew ji bo bajer û bi taybetî jinan ji çeteyên DAİŞ’ê rizgarbikin, cane xwe fedakirin. Meclîs, deriyê xwe ji bo hemû jin û zarokên keç ên pêkhateyên cuda yên herêmê re vekir û berevajî rejîmên berê yên dema pêkhateyek bilind dikin, yên din biçûk dixin, rizgarkirina jinan û parastina bajêr yek ji armancên ewilê ku me gihand hev."

Jin guhertinê bi dest xistin

Elam Minbic, da zanin ferasetek kûr di şevekî de nayê guhertin û wiha got: “Tevî vê yekê jî jinan, gelek têgehên kûr ên di civakê de jinan paşdixe biguhertin, lê beşdarbûna wan a qada siyasî, leşkerî, civakî, aborî û bi dest xistina wan a fikir û biryarek, ji bo pêkanîna guhertina civakê têrker bû. Em vê rojê ji bo hemû jinên di rêya azadiyê de dimeşin pîroz dikin, ji ber ku îro jî jin rabûn ser piyan û ji bo xwe fedayê xizmetkirin û parastina gelên bindest bikin, girêdayî fikir û felsefa jiyana azad man û pergalek parastinê ya têdikoşe û fedariyek mezin dike, avakirin.”

'Me têkoşîna şervanên jin ên YPJ'ê mînak girt'

Elam Minbic, 4'ê Nîsanê ji bo hemû jinên di rêya azadiyê de dimeşin pîroz kir û di dawiya axaftina xwe de wiha got:

"Me têkoşîna şervanên jin ên YPJ'ê yên tevî kevneşopî û adetên civaka xwe jî tevlî qada leşkerî bûn, mînak girt. Em ji rêwîtiya xwe û asta ku me gihîştin serbilind in û tevî hemû zehmetiyan jî tişta ku me destpêkiriye, hêj didomînin. Yek ji rêgezên bingehîn ên ku em dişopînin, mafê xweparastinê ye û jin di nava şer de rola pêşeng dilêyzin. Yek ji zehmetiyên herî girîng ên ku em rastî tên, êrîşên berdewam ên dagirkerên Tirk ên li dijî pêşengên jin û şervanan e. Lê em tekez dikin wê êrîşên heyî biryardariya me ya şervanên jin qels neke û berovajî vê yekê em ê têkoşîna mezintir bikin.”