Bi boneya 8’ê Adarê pêşangeha wêneyan û şanoyê

Bi boneya 8’ê Adarê li Xanesora Şengalê ji aliyê Navenda Çanda Stiya Nexşa û Yekitiya Jinên Ciwan ên Êzidxanê ve wêne û şano hatin pêşandan.

Şengal-Di çarçoveya çalakiyên 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê de bi pêşengtiya Navenda Çanda Stiya Nexşa û Yekitiya Jinên Ciwan ên Êzidxanê ve li Parka Xanesera Şengalê pêşangeha wêne û şano hatin pêşandan. Gelek jin bi cil û bergên xwe yên Êzidî tevli pêşangeh û şanoyê bûn.  

Jinên ku tev li pêşengehê bûn têkildarî mijarê axivîn û 8’ê Adarê li hemû jinên ku li ber xwe didin û têdikoşin pîroz kirin.

8’ê Adarê li jinên li ber xwe didin pîroz be

Endamên Navenda Çanda Stiya Nexşa Bêrîvan Ehmed a ku tevlî tevlî pêşangehê bû di destpêka axaftina xwe de 8’ê Adarê li hemû jinan pîroz kir û wiha got: “Em weke endamên Navenda Çanda Stiya Nexşa li vê derê ji bo 8’ê Adarê şoneyeke pêşkêş bikin. Di heman demê de jinên ciwan jî pêşengeha wêneyan vekirine. Li ser vê esasê em 8’ê Adarê li her jinên ku li ber xwe didin û têdikoşin û her wiha li gerîlayên jin pîroz dikin û serkeftinê ji wan re dixwazin.”

‘Hesta têkoşînê dide avakirin’

Hela Hecî jî ev tişt anî ziman: “Em 8’ê Adarê li her jinên ku li ber xwe didin û têkoşin pîroz dikin. Me îro li Parka Xanesorê bi boneya 8’ê Adarê pêşengeha wêneyên şehîda û Rêber Apo vekirî û gelek jin li vir kom bûne. Bi rastî jî pêşandana wêneyên şehîdan û Rêber Apo hestekeke pir xweş e û ev tişt hesta têkoşînê dide avakirin. Herî dawî em 8’ê Adarê li Rêber Apo û gerîlayên jin jî pîroz dikin.”