Jinên Efrînê: Li dijî dagirkeriyê berxwedana me didome

Koçberên Efrînê yên ku li navçeya Til Rifetê bi cih bûne li dijî êrîşên dagirkeriyê dibêjin: "Li dijî êrîşên dagirkeriyê bexwedana me berdewam dike, ji ber mayîna me li Şehbayê weke striyek di çavên dijmin de ye."

HESNA MIHEMED

Şehba- Ji dema koçberkirina gelê Efrînê û bicihbûna wan li seranserê kantona Şehbayê û navçeya Şêrewa Efrînê di 18'ê Adara 2018'an de û heya vê rojê, dewleta tirk a dagirker bênavber êrîşên xwe li ser koçberan berdewam dike û ranewestandiye. Armanca dagirkeriyê bi van êrîşan ew e ku deriyên koçberiyê careke din ji gelê Efrînê re veke û wan derbider bike. Efrîniyên ku li Şehbayê dimînin ruxmî hemû şert û mercên dijwar ên êrîşan dîsa berxwedana xwe ji bo vegera Efrînê berdewam dikin û xwe teslîmî siyasetên dagirkeriyê nakin, ji ber rizgarkirina Efrînê bi mayîna li Şehbayê ve girêdayî ye ev jî biryarên koçberên Efrînê ne. Der barê êrîşên ku rojane sivîlan hedef digre de jinên Efrînê yên li navçeya Til Rifeta kantona Şehbayê bi cih bûne bertekên xwe anîn ziman.

'Berxwedana me wê bênavber berdewam bike'

Rozelîn Omar diyar kir ku li dijî êrîşên dagirkeriyê wê berxwedana xwe bênavber berdewam bikin û teslîmî êrîşan nabin û wiha vegot: "Ji kêliya ku em ji Efrînê koçber bûne û li Şehbayê bi cih bûne ve heta niha dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê rojane êrîşên xwe pêk tînin. Di nava salên koçberiyê de komkujî jî pêk anîn û sivîlan hedef girtin. Dîsa mayîna me li Şehbayê vegera Efrînê misoger dike, ji ber wê jî em xeta berxwedana xwe li dijî êrîşên qirkirinê û gefên wan bilind dikin. Em xwe li ser fikir û ramanên Rêber Apo xwe perwerde dikin lewma em tu carî teslîmkariyê nas nakin. Hêvî û daxwaza me li vê cîhanê tenê vegera Efrînê ye."

'Li dijî êrîşan bilindkirina îradeyê'

Sadîqa Bekir jî diyar kir ku tenê berxwedanî û têkoşîn wê Efrînê ji dagirkeriyê rizgar bikin û got: "Em li Til Rifetê bi cih bûne û rojane dagirkeriya tirk êrîşî me dike. Tenê berxwedanî û têkoşîn wê vegera Efrînê misoger bikin, em ê jî heya kêliya dawiyê berxwedana xwe bidomînin. Li hemberî girankirina şerê li dijî me em jî îradeya xwe bi hêz dikin û bi vîna xwe li dijî van êrîşan disekinin û helwestên me her dem wê wiha be. Bi îsrara xwe ya di xeta berxwedanê de em ê welatê xwe ji qirêjiya dagirkeriyê rizgar bikin, ji ber ku me soz daye  pakrewanên xwe em ê xeyalên wan pêk bînin û welatek azad ava bikin."

'Dixwazin deriyên koçberiyê vekin'

Leyla Elî teqez kir ku Erdoxan dixwaze careke din deriyên koçberiyê ji gel re veke û wan penaber bike û ev tişt got: "Dewleta tirk a dagiker Efrînê dagir kir û em koçber bûn nebes bû, hê jî li vê derê êrîşî sivîlan dike û dixwaze bi êrîşan careke din deriyên koçberiyê veke da ku ji Şehbayê weke Efrînê penaber bibin û doza rizgarkirina Efrînê nekin lê tu carî Erdoxan wê negihîje armanc û xeyalên xwe. Em ê li Şehbayê heya dawiyê li ber xwe bidin. Em bi tundî êrîşên dagirkeriyê şermezar dikin û dibêjin divê civaka navneteweyî bi erkên xwe yên mirovî rabe û xwedî li sivîlan derkeve, dev ji siyaseta qirêj berdin."