Jinên Efrînê: Divê ji dewleta Tirk hesab bê xwestin

Jinên Şehba û Efrînê bertek nîşanî qetilkirina zarokê bi navê Ehmed Xalid Memo ê li navçeya Cindirêsê ya Efrînê dan û xwestin ku divê hesab ji dewleta Tirk û çeteyên wî bê xwestin.

RAPERÎN BEKÎR

Şehba–Di 13’ê Adarê de li navçeya Cindirêsê ya Efrînê ku ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wî ve hatiye dagirkirin, zarokê bi navê Ehmed Xalid Memo ji aliyê çeteyê bi navê Yemên Ehmed Îbrahîm ve bi îşkenceyê hat revandin û hat qetilkirin. Welatiyên ku li Efrînê ji bo şermezarkirina qetilkirina Ehmed Xalid Memo daketin qadan ji aliyê çeteyan bi pere ve hatin gulebaran kirin. Di êrîşê de hin çalakvan hatin binçavkirin. Jinên Şehba û Efrînê bertek nîşanî qetilkirina Ehmed Xalid Memo û êrîşa li ser çalakvanan dan.

‘Bila dewleta Tirk ji axa me bê derxistin’

Alya Hesso diyar kir ku divê ji polîtîkayên şerê taybet û sûcên dermirovî yên li dijî jin û zarokan hesab bê pirsîn û got, “Ev bûyera li Cindirêsê li dijî tevahiya gelê Sûriyeyê ye. Hebûna dewleta Tirk a li ser axa Sûriyeyê ji bo mirovên li vir dijîn gefek herî mezin e. Ji ber vê jî em dixwazin dewleta Tirk ji axa me bê derxistin.” Alya Hesso di berdevamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku ew dixwazin dewleta Tirk ji sûcên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bi taybet li Efrînê kiriye hesabê xwe bide û wiha pê de çû: “Divê gel li hemberî dewleta Tirk ya ku dixwaze hebûna gelê me, nasname, çand û dîroka me tune dike rabe ser piyan û bertekên xwe nişan bidin.”

‘Ne cara yekem e ku suc tê kirin’

Olfat Hanan ji cîh û warê xwe bûye diyar kir ku ji dema dagirkirina Efrînê ve, dewleta Tirk û çeteyên wî ên bi pere peymanên navneteweyî binpê dikin û kiryarên nemirovane bi taybet li dijî jin û zarokan pêk tînin û wiha bertekên xwe anî ser ziman: “Şerê ku dewleta Tirk aniha dide meşandin komkujî ye. Sucên ku li ber çavên cîhanê tê kirin welatên navneteweyî bêdeng in. Bêdengî tê wateya ku ev jî şirîkê van sucan in. Qetilkirina Ehmed Xalid Memo ne sucê destpêkê ye. Ji ber ku tu hesab nehat xwestin di nav salê de gelek binpêkirin hat jiyîn.”

‘Divê gelê Efrînê rabe ser piyan’

Olfat Henan destnîşan kir ku dewleta Tirk bi van sûcan dixwaze îradeya gelê Efrînê ji holê rake û xwediyên resen ên Efrînê koçber bike û wiha berdevam kir: “Plan dike ku Efrînê bikşîne nav axa xwe. Binpêkirin û suc dê nikaribe gelê Efrînê ji berxwedanê dur bixîne. Piştgirî û hevgirtina me dê polîtîkayên dewleta Tirk vala derxîne. Bi biryar û tekoşîna xwe vegerin axa xwe.” Olfat Hanan di dawî de bang li gelê Efrînê kir û got: “Divê em li dijî binpêkirinên dewleta Tirk bisekinin, piştgirî bidin malbatê zarokê ku hat qetilkirin û ji bo ku dewleta Tirk ji Efrînê derkeve rabin ser piyan.”

‘Divê ji ber sucên dewleta Tirk hesab bê xwestin’

Hanîfa Koca jî diyar ku ku li Efrînê dîsa eynê tişt dubare dibe, her wiha destnîşan kir ku dewleta Tirk bi awayekî eşkere hemû qanûnên navneteweyî binpê dike, hovîtî û binpêkirinên xwe yên li dijî gelê Efrînê didomîne û wiha bi dawî kir: “Divê dewleta Tirk ji ber sûcên ku kiriye, bi taybet qetilkirina zarokê bi navê Ehmed Xalid Memo berpirsiyar bê dîtin."