Jinên Şengalî: Bêdengî cesaretê dide dewleta Tirk

Jinên Şengalî yên li dijî bikar anîna çekên kîmyewî ya dewleta Tirk berten nîşan dan, bêdengiya saziyên qedexekirina çekên kîmyewî şermezar kirin û gotin, “Dewleta Tirk ji bêdengiya heyî cesaret digre.”

ŞÎLAN ÊZIDÎ

Şengal – Li dijî bikar anîna çekên kîmyewî ya dewleta Tirk li çar aliyên cîhanê û Kurdistanê bertek bi mezinbûnê didomin, saziyên qedexekirina çekên kîmyewî yên mîna Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) û mafên mirovan jî li hemberî vê rewşê bêdengiyê diparêzin. Jinên ji Şengalê yên bertek nîşan bêdengiya saziyên mafên mirovan û rêxistinên qedexekirina çekên kîmyewî dan, hêrsa xwe ya li hemberî kiryarên dewleta tirk anîn ziman.

Nasnameya heqîqetê ne’

Endema Tevgera Azadiya Jinên Êzidxanê (TAJÊ) Kinê Xidir a bibîr xist ku dewleta Tirk 6 meh in li Başûrê Kurdistanê çekên kîmyewî bikar tîne, li dijî êriş û bikar anîna çekên kîmyewî bêdengiya cîhanê şermezar kir û wiha domand; “Bi van çekên kîmyewî gerîlayan qetil dikin. Em  bang li welatên cîhanê dikin û dibêjin ka edalet, wijdan û mirovahî. Gerîla remza Kurdîtiyê ne,  nasnameya heqîqetê ne. Hemû dinya xwe ji erîşên heyî re kor û ker dike. Gerîla nebin Kurdîtî nîn e, gerîla nebin, berxwedan jî nîn e. Gerîla rênîşanerên mirovbûyînê ne ger gerîla nebin mirovbûyîn namîne. Em li ber hevalên ku bi kîmyabaranê şehîd ketine bejna xwe ditewînin û wek dayikên Şengalê qenciya  wan ji bo me kiriye tu car ji bîr nakin û xwedî li doza wan derbikevin. Em wek jinên Êzîdî ji Şengalê heta çiyayên Kurdistanê silav didin gerîlayên di çeperan de, li ber xwe didin û hemû girtiyên zindanan silav  dikin.

‘Dewletên cîhanê xwe ker û kor kirine’

Endema Tevgera Azadiya Jinên Êzidxanê (TAJÊ) Fîluz Elî jî di nêrîna xwe de bal kişand ser hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk re û wiha got: “Êrîşên ku dewleta Tirk û hevkarê wê  PDK li hemberî gerîla dikin ne şerekî mirovî  ye. Eger bi şerekî merdane, sîng bi sing be dizane ku dê nikaribe şer bike loma serî li çekên kîmyewî dixe. Em wek dayikên Şengalê ji çiyayên Şengalê heya  çeperên gerîla silavên xwe dişînin. Em xwe deyndarên gerîla dibînin. Ew di Tebaxa 2014’an de gihîştin hewara me. Qada navneteweyî li hemberî erîşên dagirkeriya tirk çavên xwe girtiye. Ji ber wê dewleta  Tirk ji bêdengiya heyî cesaret digre û bi vî awayî erîş dike. Wek dayikên Şengalî em ê tu car gerîla ji bîr  nekin. Em baş dizanin ew ji bo parastin a heqîqetê, çawa  bi  canbexşane li hemberî hovîtiyê têdikoşin.”