Mexdûrên erdhejê du sal in di konteyniran de dijîn!

Mexdûrên erdheja ku di sala 2020'an de li Çewlikê pêk hat û bandor li 3 navçe û bi sedan gundan kir diyar kirin ku sozên hatine dayîn nehatine bicihanîn, li konteynirên ku elektrîk û av lê nîn e têkoşîna jiyanê didin.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Çewlik – Di dîroka 14’ê Hezîrana 2020’an de navenda wê navçeya Kanîreşa Çewlikê, bi pileya 5,8’an erdhejek pêk hat. Erdhejê bandor li navçeyên Kanîreş, Çermê û Azaxpêrtê û gundên wan kir, di erdhejê de 22 avahî hilweşiyan û herî kêm di 214 avahiyan de xisarên giran pêk hatin. Gundiyên ku xaniyên wan xisar dîtin, bi derfetên xwe xaniyên xwe tamîr dikin, ên hilweşiyane jî 2 sal in di konteynirên bê elektrîk û av de têkoşîna jiyanê didin. Mexdûrên erdhejê diyar kirin ku sozên hatine dayîn nehatine bicihanîn, diyar dikin ku ew nizanin ji bo zivistana ku nêz dibe, çi bikin.

Ji bo avahiyan ji gel pere tê xwestin!

Di erdheja ku bandor li sê taxan kir de, di 108 cihên niştêcihbûnê de 31 hezar û 487 welatî madî û manewî zirar dîtin. Tevî dema derbas bû jî avahiyên ku soza çêkirina wan hatibû dayîn hêj bi dawî nebûne, xaniyên girêdayî taxa Çêrme ku xisarên giran hatin îlankirin jî dest bi hilweşandinê kirin. Di encama hilweşandina ku bêyî cih bidin gel hat kirin de, bi dehan kes hatin mexdûrkirin, ji bo avahiyên ku tê dayîn mexdûrên erdhejê lê bên bicihkirin jî ji welatiyan pere tê xwestin.

‘Ma dewletek wiha heye?'

Welatiyên ku ji ber xisareke mezin ên xaniyên biryara hilweşandinê hat dayîn, li cihê mayînê digerin,  Gulcan Aydin a li gundekî Kanîreşê 2 sal in di konteyniran de dijî, bi vê gotine bertek nîşanî tiştên jiyaye dide: “Ma dewletek wiha heye?" Dîsa jinên di konteyniran de dijîn diyar kirin ku mutehîdan ji wan re gotine, "Ger tiştek tune be, ji vir herin."

'Du sal in em di konteynir û konan de dijîn'

Gulcan Aydin diyar kir ku di erdhejê de xaniyê wan hilweşiyaye û bi hevjînê xwe re di bin xirbeyan de maye, da zanîn ku ewil kon û piştre jî derbasî konteynirê bûye û wiha got: “Ev der qada erdhejê ye lê ew çûn û li cihekî din avahî çêkirin. Em bi salan e li bendê ne ku îro yan sibê ev avahî bên çêkirin. Em bi salan e li vir disekinin lê kes nayê û naçe. Niha jî ji me re dibêjin em ê ji we re xanî çêbikin lê hûn ê pere bidin. Ev erdhej me nekir, karesat çebû, ma çi rewşa me heye ku em pere bidin wan. Erdhejê jî bi pereyan ve girê dan, ev dewlet tenê dixwaze me deyndar bike. Em du kesên pîr çi bikin? Zarokên me nikarin werin vir. Çima? Ji ber ku cih tune ye. Tenê ez û hevjînê xwe li vir in. Em bi salan e hewl didin bi vî awayî bijîn.”

Pirsgirêka avê mexdûrên erdhejê tengav dike

Gulcan Aydin diyar kir ku li qada konteyniran danîne av tune ye û bi van gotinan tiştên dijîn pênase kir: "Yek ji pirsgirêka herî mezin a li vir tunebûna avê ye, li cihê ku konteynir hene av tune ye. Ji ber ku av tune ye em ne dikarin bexçe û ne jî tiştek din biçînin. Min li vir darek çand, ji ber ku av tune ye hişk bû, herî dawî neçar mam rabikim. Ji derveyî vê, pêşiya me zivistan e sobe nîn e, tu tiştekî nîn e. Hemû kes dibînin ku em li vir çi dijîn lê kes nayê napirse nabêje hûn çi dikin an jî em ê çi bikin. Dema ku mutehîd tên li vir em ji wan re dibêjin dar tune ye, ew dibêjin 'Ger dar tune be, tu yê ji vir herî.' Ma ez mala xwe bihêlim û biçim ku derê? Neçar im li vir bimînim.”

'Soz hatin dayîn lê nehatin bicihanîn'

Gulcan Aydin anî ziman ku sozên hatine dayîn 2 sal in bi cih nehatine û dê ev pêvajo dirêj bibe, wiha got: “Hemû kes dibînin, em li vir çawa zehmetiyan dikşînin, li vir şîrketa mezin dibîne ku ev 3 sal in em çi dijîn. Pereyê elektrîkê ji me distînin. Çawa ku em ji nava hilweşînê derketin û hatin vir, bi lez û bez fatûreyan girêdan. Di meha ewil de fatûre hatin. Hêj tirsa me ya erdhejê derbas nebû, ji me re fatûre hat. Ma tiştekî wiha heye, ma dewletek wiha heye? Ma êdî em dikarin çi bibêjin. Ev 2 sal in dibêjin em ê avahiyan çêbikin lê mehê carekê tên û bizmarek lê didin û diçin. Sozên ku dema ewilî erdhej çêbû hatin dayîn, nehatin bicihanîn.”