Jinên Êzidî: Ji bo tolhildana fermanê vegerin ser axa xwe

Dijminên ku bi fermana 3’ê 8 a 2014’an nikaribû civaka Êzîdî xelas bike, bi koçberiyê dixwaze çand û baweriya wan bi ciwanên Êzidî bide jibî kirin. Jinên Êzidî banga vegera ciwanan kir.

HÊVÎ EZDA

Şengal – Civaka Êzidî ji dîrokê ve girêdayî ax, çand û bawerîya xwe ye. Ji ber fermanên ku hatiye ser civaka Êzidî  her dem neçar mane koç bikin. Ji bo civaka Êzidî ya di fermana 2014’an de jî dev ji çand û baweriya xwe bernedan, bi axa xwe ve girêdayî man, bi polîtîkayên taybet tê xwestin ku rêya koçberiyê bê vekirin û bi rêya koçberiyê asîmîlayon û bişaftina li ser bawerî, ziman û hebûna civaka Êzidî bê pêkanîn.

Li gel gelek kamp û deverên ku civaka Êzidî piştî fermanê koç bûye lê bi taybet di kampên Başurê Kurdistanê de ku gelek malbatên Êzîdî tê de jiyan dikin, nikarin jiyana xwe rêve bibin û bi buyerên revandin, tecawiz kirin û şewata çadiran re rû bi rû dimînin û berê xwe didin welatên derve.

Jinên Şengalê banga civaka Êzidî  kirin ji bo tolhildana fermanan vegerin ser axa xwe.

“Em li Şengalê dikarin baweriya xwe biparêzin”

Endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî TAJÊ’ê Perîşan Şemo der barê koçberiya civaka Êzidî de axivî û got: “Bi qut kirina civakê ji warê wî-wê fermanek sipî li ser civaka Êzidî tînin. Koçberiya dervê welat ne çareserî ye. Serokatî ji bo civaka Êzîdî dibêje pêwîste nav civakê de îtifaq hebe li hemberî fermana berxwedanî bikin û nehêlin axa wan ji dijmin re bimîne. Dijmin dixwaze keç û xortên me ji axa wan dur bixe. Bangawazîya me ji bo keç û xortên Êzîdî ew e ku ji axa xwe dur nekevin, ser axa xwe bimînin. Şengala me ji bo me ji hemu cîhanê xweştir e. Ev koçberîyên ku çêdibin jî fermaneke li ser civakê ye. Ciwanên me biçin derveyî welat feydekî wan ji bo civaka wan çênabe, ewê çanda xwe, fikre xwe û axa xwe jibîr bikin. Li kampan gelek çadir tên şewitandin, gelê me tê revandin. Herî dawî keçek 6 salî hatibu tecawîz kirin û kuştin. Ev buyerên ku çêdibe ji bo me gelek giran e. Banga me ji bo gelê me yê li kampan ew e ku vegerin ser axa xwe, li kampan aramî nîne.”

“Axa me bi xwediyên xwe bedew e”

Şervana Yekîneyên Jinên Şengalê YJŞ’ê  Vejin Ocalan axivî û diyar kir ku koçberî nabe çareserî, ew li ser çanda berxwedaniyê mezin bûne, ji bo tola fermanê hilînin pêwîst e her kes li axa xwe vegere û wiha got: “Em îro li dora xwe binêrin aliyekî ji bo vê axa pîroz şer dikin, di aliyekê de jî ciwanên me berê xwe didin dewletên derve. Pişta xwe didin qub û hîlalên xwe, pîrozbahiyên xwe, ev jî fermanek e. Xweşiyên Ewropa ji wan re ye, ne ji civaka Êzîdî re ye. Ji bo em fermana 3’ê Tebaxê vala derxînin, heyfa van şehîdên xwe rakin pêwîst e em xwe perwerde bikin û xwe rêxistin bikin. Yên ku tola van fermanê rakin wê ev ciwan bin, ji bo wê bere xwe bidin axa xwe. Ji bo gelê me yê di kampan de jiyan dikin jî wê  heya kengê di wan çadirande jîyan bikin, zextek ser wan heye lê nakevin ferqa wan de. Banga me ji bo hemû civaka Êzidî ew e ku vegerin ser axa xwe, axa me bi gelê wê re xweş e. Ji bo tolhildana fermanan berê xwe bidi nav refên YBŞ-YJŞ’ê. Şoreş bi jinê xweş dibe, taybet banga me ji bo jinan ewe ku  berê xwe bidin YJŞ’ê.”