Navenda Nûçeyan- Talîbanê ku li Afganîstanê piştî 20 salan careke din rêveberiya welat bi dest xist, bi taybet li ser jin û keçan zextên xwe yên dijmirovane li ser gel didomîne. Tevgera Jinên Azad (TJA), di şexsê jinên Afganistanê yên ku ev salek e li dijî rejîma Talîbanê li ber xwe didin, ji bo piştgiriyê bidin hemû jinên Rojhilata Navîn, dê li Stenbolê zincîra jinan ava bike.
Têkoşîn û hevgirtin sînor nas nake
TJA'ê ku ji bo zincîra hevgirtina jinan a ku dê 21'ê Tebaxê roja Yekşemê saet 15.00'an li Qada Avcilarê bi dirûşmeyên "Nan kar azadî" û "Jin jîyan azadî" pêk were bang li hemû jinan kir, balkişand ku têkoşîn û hevgirtin sînoran nas nake.




