Jinên Êzidî ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan di nobetê de ne
Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji aliyê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî li navenda Şengalê çalakiya nobetê hat destpêkirin. Çalakî dê sê rojan berdewam bike.

Şengal – Di çarçoveya pêngava ‘Rêber Apo bixwîne û bide xwendin’ de ku Tevgera Azadiya Jinên Êzidî ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dabû destpêkirin, îro li navenda Şengalê bi tevlibûna dehan jinan ji bo sê rojan çalakiya nobetê hat destpêkirin. Cihê nobetê bi wêneyên Abdullah Ocalan hat xwemilandin.
Li ser armanca destpêkirina nobetê endama Koordînasyona TAJÊ Şemê Remo axaftinek kurt kir.
‘Azadiya me girêdayî azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye’
Şemê Remo diyar kir ku ew îro girêdayî kampanyaya TAJÊ dest bi nobeta sê rojan dikin û wiha got: “Em wek jinên Êzidî li gel Rêberê xwe ne. Heta Rêber Apo fîzîkî azad nebe em jî ne azad in. Azadiya me girêdayî azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye.”
Endama koordînasyona TAJÊ Şemê Remo bal kişand ser hevdîtina ku bi Abdullah Ocalan re hatiye kirin û ev nirxandin kir: “Dijmin xwest bi tecrîdê îradeya Rêber Apo û gel bişikîne lê biser neket. Yanî hevdîtina ku niha bi Rêber Apo re tê kirin ne jiberxwe çêbû, ji ber dewleta tirk di polîtîkaya xwe de bi ser neket û ket tengasiyê çû gel Rêber Apo.”
Şemê Remo li ser komploya ku beriya 26 salan li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hat bibîrxist û destnîşan kir ku dewleta tirk û hêzên hegemon di 15’ê Sibatê ku hem dîlgirtina Abdullah Ocalan e hem jî dîroka destpêkirina Serhildana Şêx Seîd e, di polîtîkayên xwe yên tunekirinê de bi ser neketin.
Di dawiya axaftina xwe de Şemê Remo da zanîn ku îro çawa ew bi fikir û felsefeya Ocalan xwe bi rêxistin dikin û li ber xwe didin dive civaka êzidî bi taybetî jinên êzidî jî ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan rabin ser piyan.
Piştî axaftina Şemê Remo jinên tev li çalakiya nobetê bibûn broşûra ku kurtejiyana Abdullah Ocalan vedibêje, xwendin.