Derhêner Sîbel Tekîn beraet kir

Di doza bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” derbarê derhênera belfîlman Sîbel Tekîn de hatibû vekirin de biryara beraetê hate dayîn.

Navenda Nûçeyan- Danişîna biryarê ya doza derhênera belgefîlman Sîbel Tekînê de bi hinceta dîmenên belgefîlma “Jiyana di tariyê de dest pê kir (Karanlıkta Başlayan Hayat)” ku wê kişandiye bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatiye vekirin, li 26’emîn Dadgeha Cezayê Giran hate lidarxistin.

Sîbel Tekîn û parêzerên wê tev li danişînê bûn. Nûnerên rêxistinên sivîl ên civakî jî danişîn şopandin.

Sîbel Tekîn û parêzera wê Mehtap Sakinci têkildarî evraqên ku hatine de gotin ku beyanên wan nînin. Dozgeriyê xwest ku biryara beraetê were dayîn. Şandeya dadgehê biryara beraetê da.