Jinan rengê 8’ê Adarê dan kolanên Şengalê

Di çarçova xebatên 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê de li Şengalê seminer hat dayîn û afiş hatin daleqandin.

Şengal - Di çarçoveya xebatên 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê de ji aliyê Tevgera Azadiya Jin Êzidî (TAJÊ) ve li Meclisa Gel ya Bajarê Şengalê Semîner hatdayîn. Di semînera bi deqek rêzgirtinê hat destpêkirin de gelek jin Êzidî û mêr jî tevlî bûn. Semîner ji aliyê Berdevka TAJÊ Sebiha Sebrî ve hat edayîn.
“Di pêvajoyên zehmet de em hewara xwe digihînin Xatuna Fexran” 
Sabiha Sebrî bal kişand li ser tekoşîna li tevahî cîhanê ji aliyê jin ve tê meşandin û wiha got: “Weke jinên Şengalê me piştî fermanê 8’ê Adarê Pîroz kir. Ji bo me jinên Êzidî ev roj rojeke gelek giringe. Ev roja ku weke roja jinên kedkar tê pênase kirin, di encama çalekiyeke mezin ya jinên kedkar de hatiye avakirin. Ji despêka mirovahiyê heya niha jin di her warî de ked dide, hem di malê de hem jî ji derve de xwedî ked mezine. Di dîroka me Êzidiyatiyê de jî Xatuna Fexran di nava civaka me de weke xwedawendekê ye heya roja îro jî em bi wê sund dixwin û di zorê de hewara xwe digihînin wê, ev yek rastiya civaka me dide diyar kirin. Her çiqasê weke civaka Êzidî ji bo me jin pîroze lê bi fermanan re li ser mêr û civaka Êzidî jî ev feradeta hat runişkandin. Ji bo wê em weke jinên Êzidî heya ku di tevahî cihanê de jin dibe xwedî maf û digihêje azadiya xwe emê têkoşîn bidin meşadin. Ger em weke jinên Êzidî ji cewherê xwe derketine ji bo me ev sedemek têkoşînê ye. Ger ku di her fermanekê de jin dibin qurbanî ev ji bo me sedema têkoşînê ye ji bo wê em weke jinên Êzidî divê hemû rojên xwe bikin 8’ê Adarê û roja têkoşînê.”
Hevseroka Meclisa Xweseriya Demokratik Riham Hesen jî roja jinên cîhanê li tevahî jinên Êzidî û jinên cîhanê pîroz kir û wiha got: “Ev roj bi keda jinên li hember aqilê dewletê û mêr têkoşîn kirî hatiye bi dest xistin, ji ber wê jî ji me jinan re ev rojek pir taybete, roja yekitiya têkoşîna jinên cîhanê ye. Ji bo me jinan netenê ev roj, tevahî roj rojên jinê ne, ji ber di vê rojê de li hember aqilê baviksalarî, neheqî û bê edaletiyê têkoşîn hatiye meşandin. Di roja îro de mêr di her warî de jinên bê kêr û biçuk dibîne. Ev ferasetek şaşe ji ber em tev dizanin ku jin xwedî kedeke çawaye. Weke civaka Êzidî me fikira Rêber Apo pejiradiye. Em civaka wekhev û demokratik ji xwe re esas digirin. Ev civak jî civakeke wihaye ku têde hevsengiya jin û mêr heye, heya em dikarin bêjin pêşeng û rênişanderiya civaka demokratik jin dike.”  
Semîner bi duruşên “Jin jiyan Azadî” û “Bê Serok jiyan nabe” bidawî bû.
Piştî semînerê jinan afîşên têkildarî giringiya rojê yên bi Şiara “Yekitî û Têkoşîna jinê wê pêşî li fermanan bigire û xweseriya Şengalê avabike” li nava kolanên Şengalê daleqandin. Li dewara Yermûk a Şengalê û nava kolanên wê afîş daliqandin. Hikmeta Iraqê dema xwest astengiyê derxin ku jin dev ji xebatên daleqandina afîşan berdin, lê jinan guh neda wan û xebata xwe dewam kirin.