"Emê bi rêgezên bîrdoziya rizgariya jinê tevahî rojên xwe bikin 8`ê Adarê"

Endama Koordînesyona Kongra Star a herêma Firatê Macîde Hesûn Roja Jinên Cîhanê nirxand û got: "Em di têkoşîna xwe de rêgezên bîrdoziya rizgariya jinê ku Rêber Apo pêşkêşî me jinan kiriye bingeh digirin. Ji lewra emê rihê berxwedana 8`ê Adarê û bi bîrdoziya rizgariya jinê re bikin yek û bi vê yekê civak û jinê azad bikin."

BERÇEM CÛDÎ
Kobanê- 8`ê Adarê Roja Jinên Cîhanê ji bo tevahî jinên cîhanê xwedî wate û girîngiyek mezine. Ev roj yek ji destkeftiyên jinên kedkar, têkoşer û berxwedêr e. Ev roj ji bo jinên Kurd jî xwedî taybetmendiyên zêdetir e. Di 8`ê Adara 1998`an de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 5 rêgezên Bîrdoziya Rizgariya Jin ê diyarî jinên Kurd û tevahî jinên azadîxwaz kiriye. Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan li ser hîmê pêşxistina jiyana li ser bingehê bîrdoziya rizgariya jin di 8`ê Adara 1998`an de rêgezên bîrdoziya rizgariya jinê raghand. Ev rêgez li ser 5 xalan hatiye pêşxistin ku rêgeza yekemîn welatparêzî, duyemîn fikir û vîna azad, sêyemîn rêxistinbûn, çaremîn rêxistibûn ku bi wateya divê jin jiyana xwe bi rêxistinbûnê re bikin yek û rêgeza pêncemîn jî estetîk û xweşikbûn e. Bi wesîleya 8`ê Adarê û di çarçoveya bîrdoziya rizgariya jinê de endama Koordînesyona Kongra Star a herêma Firatê-Bakur û Rojhilatê Sûriyê Macîde Hesûn bersiv dan pirsên me.
Jinên Rojavayê Kurdistanê li ser asta Rojhilatê Navîn û cîhanê pêşengiyeke ber bi çav nîşan dan. Ji ber vê li Rojavayê Kurdistanê-Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkoşîna jinê di kîjan astê de ye?
Rêber Apo bi raghandina rêgezên bîrdoziya rizgariya jinê re rê û rêbazên azadiya jin û civakê nîşan da. Weke têkoşîna jinên Kurd jî bi derketina van rêgezan re mezin û xûrtir bû ku gelek berhemên wê yên berbiçav jî hene. Heger mirov Rojavayê Kurdistanê-Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî binrxîne, emê bibînin ev rêgez bi rengekî baş tên pêk anîn. Mînakên wê jî gelekin ku mirov dikare pêşengiya jinan a di nava şoreşa 19`ê Tîrmehê de, rêbaza hevseroketiyê, pêşengiya jinan ya di berxwedaniya Kobanê de û tûnekirina DAIŞ`ê, parastina ax û welat ji dagirkeriya dewlet tirk û hwd bîne ziman. Jin xwe jî û civakê li ser bingeha van rêgezan birêxistin dike, dibe xwedî biryar, vîn û hebûn. Bê gûman ev berhem bi hesanî nehatine bi destxistin, em rastî gelek astengiyên di warê hişmendî û nêzikatiyên cur be cur tên, di heman demê de jin ji aliyê dijmin ve tê hedef girtin. Lê ev êrîş tu carî bandorê li têkoşîna me nekiriye û me lewaz nake. 
Bîrdoziya rizgariya jinê guhertineke çawa di jiyana jinan de ava kir?
Di destpêka dîrokê û Neolotîkê de jin di asta xwedewendan de bingeh û çavkaniya jiyanê bû. Lê ev rastî di encama hişmendiya baviksalar ya mêr de hat veguhertin, heqîqet û rastiya jin û civakê hat berovajî kirin. Rêber Apo lêkolîn û pirojeyên xwe yên di derbarê jin de dispêre rastiya dîrokê. Ji lewra dema ku ew di encama komploya navdewletî de hat girtin, diyar kir ku pirojeya wî ya nîvço mayî ya jinê bû. Me jinan rêgezên bîrdoziya rizgariya jinê di têkoşîna xwe de bingeh girt ku em heta vê rojê hatin. Jinên ku 5 hezar sal ji aliyê malbat, civak û pergalê ve tê çewisandin, bê nêrîn û biryar hatine hîştin di roja îro de xwe di nava leşkerî, siyasî, diblomasî û civakî de rêxistin kiriye. Bi saya rêgezên ku Rêber Apo ji bo me pêşkêş kiriye hevgirtina jinan gihîştiye vê astê.
24 sal li ser raghandina bîrdoziya rizgariya jin ê re diborin, hûn xwedî derktina li vê bîrdoziyê çawan digirin dest û peyama we ya 8`ê Adarê çiye? 
Weke jin ev rojên li pêşiya me pîroz, dîrokî û xwedî wate ne. Emê jî weke jinên ji pêkhateyên Kurd, Ereb, Ermen, Asûr, Çerkez û Turkmen bi rihê berxwedana 8`ê Adarê û bi bîrdoziya rizgariya jinê, civak û jinan azad bikin. Ji lewra bangawaziya me bi vê munasebatê ewe ku jin xwe ji tevahî qeyd û bendan rizgar bikin, rêgezên ku Rêber Apo pêşkêş kirine di têkoşîna xwe de bingeh bigirin û li dijî hişmendiya baviksalar têbikoşin. Em weke rêxstina Kongra Star jî ne tenê roja 8`ê Adarê, tevahî rojên me 8`ê Adarê ne û emê her tim di nava têkoşînê de bin. Em Roja Jinên Cîhanê li Rêber Apo, tevahî jinên berxwedêr, azadîxwaz û têkoşer pîroz dikin.