Berxwedana dîrokî ya li ber deriyê Edliyeya Rihayê di roja 510’emîn de ye

Malbata Şenyaşar ku tekoşîna xwe ya edaletê didomîne got: "Li ber deriyê Dadgeha Rihayê berxwedanek dîrokî heye."

Riha - Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar a ku ji 9’ê Adara 2021’ê de didome di roja 510’emîn de berdewam kir. Malbatê, nobeda xwe ji ber dawiya heftê ye û edliye girtî ye li mala xwe ya li navçeya Pirsûsê berdewam kir. 

Malbatê îro jî li ser hesabê xwe yê Twitterê ev peyvam parve kir: “Yek ji bajarên Tirkiyeyê yên herî xweşik Riha ye û li Rihayê di nava demên dawî de, li ser tevna xwe ya dîrokî mijara herî zêde tê axaftin, mijara deriyê Edliyeya Rihayê ye. Li ber wî deriyî berxwedanekî dîrokî heye.”