Jinan li gelek bajaran ji bo Rojîn Kabaîş meşiyan

Jinên ku di 1’emîn salvegera yekem a mirina biguman a Rojîn Kabaîş de, li gelek bajaran meşiyan, gotin “Bila mirina Rojînê were ronîkirin” û bang li jinan kirin ku bi hev re li dijî polîtîkayên bêcezatiyê bisekinin û hevgirtina xwe xurt bikin.

Navenda Nûçeyan – Jinên ku di 1’emîn salvegera windabûna Rojîn Kabaîş a li Wanê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da li hev civiyan, li bajarên mîna Amed û Stenbolê aqûbeta Rojîn Kabaîş pirsîn.

Amed

Jinên ku li Amedê ji Qada Deriyê Çiyê heta Mizgefta Mezin meşiyan, pankarta ‘Ji bo Rojînê edalet’ vekirin û dirûşmeyên ‘bijî berxwedana jinan’, ‘jin jiyan azadî’, ‘Ji bo Rojînê Edalet’, ‘Em hemû Rojînin’ berzkirin.

Li ber Mizgefta Mezin daxuyanî hat dayîn û ewil xwişka Rojîn Kabaîş, Elîf Kabaîş axivî. Elîf Kabaîş da zanîn ku salek di ser windabûna Rojînê de derbas bûye û ev saleke lêgerîna edaletê dimeşînin. Elîf Kabaîş da zanîn ku ew ji bo hemû kesên ku piştgirî dane wan û bûne dengê wan spas dike û got têkoşîna wan hêzê dide wan.

Elîf Kabaîş di berdewamiyê de ev pirs pirsîn:

“*Rojîn ya di 27’ê îlona 2024’an de ji yurdê derket venegeriya. Midûrê Yurdê çima 17 saet şûnde agahî da malbatê?

*Rojîn 18 roj şûnd eli gundê Molakasim hat dîtin. Rojîn di avê debûna wê 24 kîlometre çawa biçûya wir?

*Waliyê Wanê ji bavê min re gort keça te întîxar kiriye tiştekî bê kirin tuneye. Bêyî otopsiyê kê ev raye da?

*Dema otosiyê de rektor ket odeya otosiyê û derket. Bi çi mafî tiştek wisa kir?

* Du DNA’yên mêran hatin tespîtkirin lê nehatin aşkerakirin yên kê ne. Ev DNA ji kîjan beşa beden hatine girtin tên veşartin, çima tê veşartin?

*Xwîna li ser atletê Rojînê aydê kê ye?

*Sînorkirina ser lêpirsînê çima nayê rakirin?

*Ji roja ewil de tevî delîl tunebûn gotin întîxare. Çima israr dikin?

*Edalet pêk nehat, hinceta pêknehatina edaletê çiye?

*Qeydên kamerayê  di sînorê yurdê de bidawî dibe? Çima ev kêmasî heye?”

Piştî Elîf Kabaîş yek ji parêzerên dosyayê Îrem îlham jî der barê dosyayê de agahdarkirin kir.

Dayika Rojîn Kabaîş, Aygul Kabaîş jî axivî û destnîşan kir ku divê gumanbar bên darizandin.

Daxuyanî bi dirûşmeyên “Jin Jiyan Azadî” bidawî bû.

Stenbol 

Komeleya Dema Jinan li Taxa Tarlabaşi Çukur bi dirûşma "Çi bi serê Rojîn Kabaişê hat?" ji bo Rojîn Kabaiş ku di 27ê Îlona 2024'an de di bin şert û mercên gumanbar de jiyana xwe ji dest da, çalakî li dar xist. Endamên Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclîsa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û gelek jin beşdarî meşê bûn. Pankarta bi nivîsa "Çi bi serê Rojîn Kabaişê hat" hate vekirin û dirûşmên wekî "Jin, jiyan, azadî" û "Kuştina jinan polîtîk e" gelek caran hatin berzkirin. Daxuyaniya bi Kurdî ya çapemeniyê ji aliyê Newroz Ünverdi û ya Tirkî jî ji aliyê Dîlek Başalan ve hate xwendin.

'Bila mirina Rojînê bê ronîkirin'

Dîlek Başalan, di daxuyaniyê de ev bang kir : "Bila mirina Rojînê were ronîkirin. Bila lêpirsîn bi awayekî zelal were kirin. Bila her kesê ku di îhmalkariyê de tiliya wan heye werin darizandin. Bila tedbîrên lezgîn werin girtin da ku ewlehiya jinan li zanîngeh û wargehan were misogerkirin. Her wiha em bang li hemû rêxistinên jinan û endamên têkoşîna jinan dikin: Werin em bi hev re daxwaza xwe ya edaletê ji bo Rojînê zêde bikin. Werin em bi hev re li dijî polîtîkayên bêcezatiyê bisekinin û hevgirtina xwe xurt bikin. Ji ber ku em dizanin ku tenê bi têkoşîna rêxistinkirî em dikarin mafê jiyanê yê jinan biparêzin û pêşî li windabûnan bigirin."

Çalakî bi dirûşman bi dawî bû.