Hevdîtinên şandeya jinan didome
Şandeya Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya hevdîtinên xwe yên li Swîsreyê didomîne, bi Endamê Meclîsa Bajarê Lozanê David Babo re civiya.

Navenda Nûçeyan – Şandeya Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, hevdîtinên xwe yên li Swîsreyê didomîne. Şande ji Hevseroka Meclîsa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Emîne Omer, Berdevka Meclîsa Jinan a Sûriyeyê Muna El Yusif, Berdevka Civata Jinan a Zenûbiya Şehrezad El Casim, endama Kongra Star Jiyan Hisên û rêvebera Yekîtiya Jinên Suryanî Jorjêt Bersûm pêk tê.
Şande, di çarçoveya hevdîtinên xwe yên li Swîsreyê de bi Endamê Meclîsa Bajarê Lozanê David Babo re civiya.
Di hevdîtinê de projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, temsîliyeta civakê, rewşa jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, destkeftiyên jinan û rola wan a pêşeng di serkeftina projeya demokratîk de hate nîqaşkirin.
Her wiha, bi taybetî di qadên perwerde û tenduristiyê de mîsogerkirina piştgiriyê ya ji bo şaredariyan jî, hate nîqaşkirin.