Jinan li Bamyanê ser Talîbanê de girtin!

Çalakvanên jin bi ser xebata ku ji aliyê Talîbanê ve bi navê ‘Gelê Bamyanê piştgirî dide Talîbanê’ de girtin. Jinan destpêkê pankarta daxistin, destûr nedan ku rayedarên Talîbanê biaxifin û civîn belav kirin.

Navenda Nûçeyan – Li bajarê Bamyan ê Efganîstanê çalakvanên jin ser civîna ku Talîbanê lidardixist girtin. Jinan bi dirûşmeyan ser civîna ku ji aliyê Talîbanê ve bi şîara ‘Gelê Bamyanê piştgirî dide Talîbanê’ ve li stadyuma zaningehê hat lidarxistin de girtin. Jin derketin ser dîkê û pankartên Talîbanê daxistin.

Ji beşdarvanan piştgirî

Jinan destûr nedan ku rayedarên Talîbanê yên weke gotarvan beşdarî xebatê bûne biaxivin û bi dirûşme û çepikan cihê civînê terikandin. Kesên ku beşdarî civînê bûbûn, piştgirî dan jinên ku dirûşim vegotin.

Berteka dibistanan

Çalakvanên jin di dema derketina ji cihê civînê de zarokên keç ên refa 6’an û jê jortir negirtina dibistanan şermezar kirin û dirûşmên derbarê vê de avêtin.