Penaberên Afganî ji Îranê tên dersînorkirin

Di nava 48 saetên dawî de ji Îranê 7 hezar û 500 penaberên Agfanî hatin dersînorkirin.

Navenda Nûçeya- Li gorî daneyên Wezareta Penaberan di 48 saetên dawî de 7 hezar û 500 penaberên Afganî ji Îranê hatine dersînorkirin. Li gor daxuyaniya wezaretê hezar û 500 welatiyên Afganistanê bi dilxwazî ​​ji Îranê vegeriyan welatê xwe û yên mayî jî bi darê zorê hatin dersînorkirin.

Îran û Pakistan jî di nav de li welatên herêmê, nêzîkî 7 milyon penaberên Afganî dijîn. Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî diyar kir ku di sala borî de herî kêm 500 hezar Afganî koçî Îranê kirine, hişyariya ku di nav tirsa mezinbûna kêmbûna aborî de, ji Afganistanê zêdebûna koçberiyê da. Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî ragihand ku, ew rapor dikin ku penaberên Afganî li girtîgehên Îranê tên ragirtin û rastî muameleya xerab û tundiyê tên.

Tundî tê bikaranîn

Rêxistina Navdewletî ya Koçberiyê (IOM), fikar en xwe yên derbarê vegera bi darê zorê ya bi hezaran penaberên Afganî ji Îranê ji bo Afganistanê nîşan da û ragihand ku rojane zêdetirî 3 hezar penaberên Afganî bi zorê ji Îranê tên dersînorkirin. Rêxistinê her wiha diyar kir ku welatiyên Afganistanê li Îranê rastî muameleya xerab tên û bi tundiyê tên dersînorkirin.